H’emû nûçeSereke

Aborî û gelê Ermenîstanê bi awayê jîyana xwe ji çend welatên avropî zêdetir avropî ne: Papoyan

Sînorê me yê deryayê nîne, em ne li Avropayê ne, lê em cînarê Avropayê ne, ev jî dibe sedema pirsgirêkên lojîstîk. Wezîrê aborîyê Gêvorg Papoyan di civîna çapemenîyê ya bi kurtî 100 rojên erka xwe de ragîhand.

“Lê ez ji we re bêjim, hem aborîya me hem jî gelê me bi awayê jîyanê, karaktêrê xwe yê çandî û asta dêmokrasîyê ji çend welatên avropî pir avropîtir in. Di vî warî de tu pirsgirêkeke me nîne ku em  raberî bazara Avropayê bibin”.

Papoyan destnîşan kir ku li wezîreta aborîyê ji bo piştgirîya hilberîneran bername tên amadekirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button