Hejmara tûrîstên ku serdana Ermenîstanê kirine hinek kêmbûn hat tomarkirin: wezîrê aborîyê

Îsal meyl heye ku hejmara tûrîstên ku tên Ermenîstanê kêm bibe, ev jî di nav şert û mercên din de ji ber kêmbûna herikîna tûrîstên ji Rûsyayê pêk tê. Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, wezîrê aborîyê Gêvorg Papoyan di civîna çapemenîyê ya ku bi helkefta 100 rojên destbikarbûna xwe li dar xistibû, ragîhand.
Dibe ku jimareya mutleq kêm bûye, lê di rêza “Niştecîh û xwaringeha giştî” de 9,3 selef û di rêza “Çand, şahî ” de 1,1 selef zêde bûne. Ez difikirim ku ev ji ber vê yekê ye ku, mixabin, nîşana ku rewşa rastîn ya tûrîzmê li welatê me destnîşan dike, dîyar nake ku em kê wekî tûrîst dihesibînin. Em dibînin ku tevî kêmbûna hejmara mutleq ya tûrîstan jî, tûrîstên rastîn zêdetir xerc kirine. Bê guman, li vir nêrînên din yên girîng hene. Bi taybetî heger par 50 selefê tûrîstên ku çûne Ermenîstanê ji Rûsyayê bûn, niha 40 selefe. Li şûna wê, hejmara geştîyarên ji Hindistanê, Yekîtîya Mîrtîyên Ereba û çend welatên din zêde bûye”,- wezîr destnîşan kir.
Wî bal kişand ser nîşaneyên din yên aborî yên welêt û destnîşan kir ku di çaryeka ewil ya îsal da hilbera nesafî ya navxweyî 9,2 selef zêde bûye. Li gorî wezîr, ev nîşanker bi giranî ji hêla pîşesazîyê, avahîsazîyê û bazirganîyê ve hatî peyda kirin. “Di warê çandinî û xizmetgûzariyê de mezinbûnek me hinekî kêmtir bû. Bi bawerîya min tomarkirina mezinbûna hinardekirina mal û kar û baran pir girîng e. Îxracat 104 selef û îthalat jî 78 selef zêde bûye. Di mehên çile-nîsanê de di îndeksa çalakîya aborîyê de 13,2 selef zêdebûn çêbû”.







