H’emû nûçeSereke

Narîşkîn gotîye ku zûye  em  derheqa xuyabûna baregehên  Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîye leşkerîye li Ermenîstanê  biaxivin

Zûye derheqa xuyabûna baregehên  Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîye leşkerîye li Ermenîstanê biaxivin. Derheqa wê yekêda rêveberê dezgeha îstîxbarata der ya Rûsyayê, di hevpeyvînekê de li gel TASS ê  gotîye.

“Niha zû ye ku em li ser vê yekê biaxivin” ewî gotîye, û li ser vê pirsê bersiv da ku gelo hêja ye ku li bendê bin ku baregehên leşkerî yên amêrîkî li komarê bên xuyangkirin, ji ber ku girêdayî guhertina sîyaseta Yêrêvanê ye.

Hêjayî gotinê ye ku di dawîya daxuyanîya hevpar ya civîna dîyaloga stratêjîk ya Ermenîstan-Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî de tê gotin ku wê alî hevkarîyê di warê ewlehîyê de xurt bikin û asta hevkarîyê derxin asta şirîkatîya stratêjîk.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button