Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî wê piştgirîyê bide pêşeroja Ermenîstanêye edil û dêmokratîk:Rîçard Vêrma

Wezîreta Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya karên der van du salên dawîyê dicêribîne ku wedê hîvîyêsekinandina vîza bide kêmkirinê. Sala derbazbûyî me bi 67 selefîva li Ermenîstanê vîza dane.Derheqa wê yekêda wextê civîna ermenîya-amêrîkîya, cîgirê sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Rîçard Vêrma gotîye.
“Em usa jî derheqa rêberên bîznêsêda dibêjin, yên ku nava hukumatên herdu welatada pêwandîya çê dikin, bi saya kîjanê em dikarin piştgirîyê bidine kirîn-frotanê û mecala bona ermenîya û amêrîkîya sazkin.Pêwandîyên meye kirîn-frotanê salên 2020 -2023 a sê cara zêde bûne, ji 96 mîlyon dolarî gihîştine 330 mîlyon dolarî.
Emê lêkolîn bikin ku çi cûreyî dikarin hevkarîya dualî bidine kûrkirinê.
Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî wê piştgirîyê bide pêşeroja Ermenîstanêye edil û dêmokratîk. Em wî alîda învêstîsîya dikin û progiramên bi piştgirîya me nava çend salada dubare bûne. Nava pêwandîyên ermenîya-amêrîkîyada tenê rêyek heye, ew rîya pêşketinêye.Werin berbi wî alî bilivin”,- ewî gotîye.







