Diqewime em nikaribin li gorî têmpa Kardaşyana pêşda herin, lê ez dikarim bi firnaxbûn bêjim wekî kevanîya min ermenîya amêrîkîye: Rîçard Vêrma

Tenê gotûbêjkirinên bi dereca dewletê bes nînin, lê pêwîste ku doranên cîh, qeza jî beşdarî hevkarîya-amêrîkîya bibin.Derheqa wê yekêda, wextê civîna ermenîya-amêrîkîyaye pêşkêşî pirsên dêmokrasîya cîh, cîgirê sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Rîçard Vêrman gotîye.
Ewî usa jî daye dîyarkirinê,wekî li Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî mîlyon û nîv ermenî dijîn: “Eva dîyaspora ermenîyaye dueme mezine. Ermenî li Amêrîkayê dixebitin, diefrînin û em hindava kûltûra ermenî qedirê xwe didine kifşê.Erf-edet û çanda ermenî welatê me zêdetir qewat kirin. Nava govekên cuda-cudada ermenîyên Amêrîkayê gihîştine tabîyên bilind.Merivên usa eyan hene, yên mînanî Andrê Axasî, malbeta Kardaşyana. Diqewime em nikaribin li gorî têmpa Kardaşyana pêşda herin, lê ez dikarim bi firnaxbûn bêjim wekî kevanîya min ermenîya amêrîkîye. Kevanîya min ermenîye, lê ez bi esilê xweva hindim.Malbeta me bexteware,wekî em dikarin çanda sê welata raberkin”,- Vêrma gotîye.







