H’emû nûçeSereke
Alîyêv dewlemendîya Adirbêcanê dizîne û derbazî bankên Swîsrê, Londonê, Dûbayê kirîye: aktîvîstê azêrî

Adirbêcan ji bo bûyera COP29 amade ye, lê ev rastîya ku Adirbêcan binav dibe, Elîyêv û malbata wî qet aciz nake. Ji ber ku tenê mirovên asayî wê ji wê êşê bikişînin.Aktîvîstê azêrî Manaf Celîlzadê li ser torên civakî li ser wê yekê nivîsîye.
“Pêtrodollar yan zêrên ku Elîyêv ji xelkê Adirbêcanê dizîne, ne li Adirêcanê ne. Dê nekevin bin avê û winda nebin. Ji ber ku Elîyêv dizîye û hemû serwet gîhandîye bankên Swîsrê, Londonê yan Dûbayê.
Adirbêcanê bikeve bin avê, mirovê bimirin. Serokkomarê Adirbêcanê û malbata wî ya têrorîst guh nadin van hemûyan. Ji ber ku Elîyêv têrorîst e, diz e. Tevahîya rêjîma Elîyêv sûcdar e”,- Celîlzadê nivîsîye.







