H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê bi hûrgilî mecalê sîstêmên  MR-SAM   û   Akash-NG lêkolîn bike û piştî wê yekê wê birîyarê qebûlke

Ermenîstan stratêjîya kirîna mecalên parastinê dide berfirehkirinê û dicedîne ji Hindistanê sîlihên cûre-cûre bikire, nava wanda dironên leşkerî û usa jî rokêtên  ser dûraya navîn.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda portala “Indian Defense Research Wing”  ê elam kirîye.

Hatîye dîyarkirinê,wekî Ermenîstanê îdî sîstêma parastina hewê Akash 1S kirîye û niha jî wê pirsê gotûbêj dike ku rokêtên ser dûraya navîn, yên kompanîyayên  îsrayêlî û hindî dest bîne.

“Nenihêrî wê yekê,wekî Hindistanê hê dayîna sîstêmên Akash 1S destpê nekirîye, lê hîvîyêne,wekî dayîna wan sîstêma wê sala tê despêbe.

Ew sîstêm ya wedê nihaye, ya ku dikare li ser dûraya 30 kîlomêtrî teyara bîne  xwerê.Xêncî wan sîstêma, Ermenîstanê hewaskarîya xwe usa jî hindava du sîstêmên mayîn, yên parastina hewê daye dîyarkirinê.

Sîstsêma MR-SAM  nava encamê hevkarîya Hindistanê û Îsrayêlêda hatîye çêkirinê û ew îdî hatîye îzbatkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button