H’emû nûçeSereke

Jûrîya fîlmên dirêj “Zerdela zêrîn” wê ji alîyê xelatgirê du caran oskarê Alêksandr Pêyne ve bê birêvebirin

Pêkhateya jûrîyê ya pêşbirka fîlmên dirêj a 21 ê fêstîvala fîlman ya navneteweyî ya Yêrêvanê “Zerdela zêrîn” eşkere bû.

Li gorî rapora “Armênprêss”ê, ofîsa çapemenîyê ya fêstîvala fîlman da zanîn ku serokê jûrîyê xelatgirê du caran oskarê Alêksandr Pêyne ye, ku 8 fîlmên wî yên dirêj bi giştî ji bo 24 xelatên oskarê hatine berbijêrkirin, ji wan 4 caran “Bêtirî û 3 caran “Derhênerê herî baş”. Di çarçoveya festîvalê de dê pêşandana paşverû ya pênc fîlmên wî pêk bê.

Jûrîyê ji Pîtêr Skarlêt, zanyarê sînemayê yê Amêrîkî pêk tê, ku gelek salan rêvebirê arşîva fîlman ya herî naskirî li Avropayê, arşîva fîlman ya fransî, rêvebirê fêstîvala fîlman ya bi prêstîj ya “Tribêka”, û rêvebirê hunerî yê San Fransîskoyê.

Endamekî din yê jûrîyê Alêksandrîa Bombak e, sînêmager, edîtor û derhênerê amêrîkî yê xelatgirtî, ku bi belgefîlmên ku li ser rewşa mirovên li herêmên germ dijîn tê zanîn.

Yek ji endamên jûrîyê, Grîgor Piltyan, wek yek ji girîngtirîn kesayetîyên edebî yên edebîyata ermenîya rojava ya nûjen tê naskirin, ku zêdetir ji 30 cildên berheman li deverên cuda yên cîhanê hatine çapkirin.

Xayêm Martîn Nogêra rêveberê çandî yê îspanî ye ku di navbera salên 1988-2011 de xebitî. Derhênerîya fêstîvala navdewletî ya kurtefîlman û sînemaya altêrnatîv ya Bênalmadêna kir û fêstîvala fîlman ya Marbêla damezrand.

Îsal wê fêstîval di navbera 7-14 ê tîrmehê de pêk bê. Fêstîvala fîlman ya navneteweyî îsal jî dê fîlmên pêşbirkê yên welatên cihê yên cîhanê û her wiha fîlmên ji fêstîvalên herî bi prêstîj (Kannî, Bêrlîn) pêşkêşî raya giştî bike. Kesayetîyên sînemaya cîhanê dê bigihêjin Ermenîstanê, dê serpêhatî û hunera xwe pêşkêşî hezkirîyên sînemayê bikin.

“Zerdela zêrîn” îsal dê girîngîyeke taybet bide 100 salîya Þarl Aznavûr û Sêrgêy Paracanov.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button