H’emû nûçeSereke

Kesayetên navdar yên fransî daxwaz ji Makron kirin ku leşkerên fransî bişîne Ermenîstanê

Rojnameya fransîye Le Point nameyeke vekirî ya hejmareke kesayetîyên navdar yên fransî ji serokkomarê Fransîyayê Êmanûêl Makron re belav kir û tê de daxwaz ji serokkomar kir ku hêzên fransî bişîne Ermenîstanê.

“Em bi taybetî spasîya we dikin ji bo însîyatîva we ya ji bo pêşkêşkirina alîkarîya leşkerî ya parastinê ji bo vê dewletê, bi dayîna hin çekan û her wiha derfetê da ku leşkerên ermenî li dibistanên me yên herî baş perwerdeyê bibînin.

Lê mixabin em ditirsin ku ev hewldan têrê nekin ku rêjîma Elîyêv dev ji projeyên xwe yên êrîşkar û sûcdar berde. Adirbêcan bi serwêrîya leşkerî ya rasteqîn ku bi taybetî bi saya dahata gaz û pêtrolê û piştgirîya dewleta tirk bi dest xistîye, ji her demê zêdetir bi îhtîmala rageşîya leşkerî tê cêribandin”.

Nivîskarên nameyê destnîşan kirin ku “Piştî qirkirina sala 1915 a sed sal bi xetereya tunekirina bi temamî re” ji bo Ermenîstanê rewşeke xeternak tê efirandin.

 “Ev îhtîmala mezin, heger bê fêhmkirin, ne tenê ji bo birayên me yên Ermenîstanê, welatekî ku di dîrok û nirxên xwe de ewqasî nêzîkî me ye, wê bibe felaketeke mutleq, ji bo mirovahîyê û ji ber vê yekê, ji bo Fransîyayê, Avropayê û hemîyan jî dê bibe felaketek mezin, hêzên ku hewl didin rêzê li hiqûqa navneteweyî bigirin û bi edaletê hêzê têk bibin”.

 “Birêz serokkomar, heger rewş ew qas cidî xuya bike ku bala we bikişîne, berî ku ya herî xirab çêbibe her dem hêvî heye. Ji ber vê yekê, em di wê bawerîyê de ne ku hîn dem heye ku em bi Ermenîstanê re bibin mînaka seferberîya hîn bihêztir ji bo pêşîgirtina li xetereya li ser vê enîyê. Ji ber vê yekê em banga şandina hêzên çekdar yên Fransîyayê bo vî welatê bira dikin. Grûpeke leşkerî ya aştîyane, ku hebûna wê ya bi bandor dê ji bo pêşîgirtina li kesên ku difikirin êrîşî Ermenîstanê bikin, bigire” kesayetîyên fransî ji Makron re nivîsîne.

Name ji alîyê bi dehan kesayetên navdar yên qadan ve hatîye îmzekirin.

Bi taybetî, peyam ji alîyê şaredara Parîzê Ann Îdalgo, fîlosof Êlîzabêt Badîntêr, wezîrê berê yê Avropayêyî karên der Bêrnar Kûşnêr, seroka herêma Îl-de-Frans Valêrî Pêkrês, parlamentarên parlamênta Avropayê Fransûs-Ksavê Bêllamy, Natalî Lûazo, Jan-Mark ve hat îmzekirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button