Paşînyan û Êrdogan dane dîyarkirinê,wekî xwestin heye ku bêyî tu qewila pêwandîyên Ermenîstanê û Tirkîyayê bêne normalkirinê

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bi têlefonê serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdoganra qise kirîye.
Ji çapemenîya hukumatê ragîhandine,wekî serokwezîr girêdayî cejina Qurban Bayramêra serokê Tirkîyayê pîroz kirîye, lê serokê Tirkîyayê serokwezîrê Ermenîstanê girêdayî cejina Vardavarêra pîroz kirîye.
“Êrdoganê serok girêdayî bûyarên lêhîya li Ermenîstanê rabûyî û wefatbûna merivaye rûyê wê yekêda serxweşî daye Paşînyan.
Rêbera xwestina xweye sîyasî, ya bêyî tu qewil-qirara dane dîyarkirinê, ya derheqa normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Tirkîyayê. Nava vê hemtêkstêda derheqa girîngîya hevdîtinên wekîlên herdu welata hatîye dîyarkirinê û pevketinên destanî careke mayîn hatine îzbatkirinê.
Rêbera bi razîbûn derheqa berdewama dîyaloga wekîlên herdu welata xeberdane. Bûyarên herêmê û navneteweyî hatine gotûbêjkirinê”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.







