H’emû nûçeSereke
Ararat Mîrzoyan beşdarî civîna wezîrên karên der yên welatên endamên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv nabe

Wezîrê Ermenîstanêyî karên derv Ararat Mîrzoyan wê beşdarî civîna konsêya serokên beşên karên der yên welatên endamên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv ku wê 21 ê hezîranê li bajarê Qazaxstanêyî Alma Atayê bê lidarxistin, nebe. Berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anî Badalyanê li ser pirsa “Armênprêss “ê wiha axivî.
Sibata sala 2024 a de Ermenîstanê biryara qerimandina endametîya xwe ya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv dabû û piştra jî dayîna heqê endametîya rêxistinê red kiribû. Serokwezîr Nîkol Paşînyan 12 ê hezîranê de di axaftina xwe ya li parlamêntê îhtîmal nekir ku Ermenîstan di pêşerojê de ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv derkeve.







