H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê ji Fransîyayê 36 sîstêmên bi navê CAESAR kirîne û ewê nava 15 mehada bêne dayînê: cîgirê serokê Le Figaro ê

Cîgirê serokê rojnama “Le Figaro” ê Jan Krîstof Bûîson rûpelê xweyî X ê da derheqa dokûmênta morkirîda, ya di navbera Ermenîstanê û Fransîyayêda, daye dîyarkirinê.

“Bona qewatkirina parastina dijî Adirbêcanê, Ermenîstanê ji Fransîyayê 36 sîstêmên bi navê CAESAR kirîne, kîjan gerekê nava 15 mehada bêne dayînê”,-Bûîson gotîye.

Em bîr bînin,wekî wezîrê Fransîyayêyî parastinê Sêbastîan Likornyû, wextê xeberdana xweye derheqa hevdîtina tevî wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan elam kiribû,wekî peymana derheqa destanîna wan sîstêmada, gerekê bê morkirinê.

“Emê pêwandîyên xweye tevî Ermenîstanê, yên bona qewînkirina parastinê, berdewam bikin. Di navbera min û wezîrê ermenî Sûrên Papîkyanda hevdîtina kardar pêk hatîye.Peymana destanîna sîstêmên wî cûreyî girînge”,- Likornyû X ê da nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button