H’emû nûçeSereke

Kongrêsmênên Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî pêşnîyar kirine ku bi sed mîlyon dolarîva fînansekirina Ermenîstanê bidine zêdekirinê

Hemsedirê komîsîya Kongrêsa Dewletên Amêrîkayêye  Yekbûyî, ya pirsên Ermenî, Frênk Paloûn û endamê palata Wekîla Nîkol Malyotakîs pêşnîyar kirine ku nava projeya derheqa  fînansekirina dewletê û pêvajoyên der guhartina bikin.

Hatîye pêşnîyarkirinê ku nava dorana piştgirîya bo Avropayê, Avrasîyayê û Asîya Navîn fînansekirina Ermenîstanê bi sed mîlyon dolarîva bidine zêdekirinê.

Kongira ermenîye li Amêrîkayê, rûpelê xweyî facebook ê da nivîsîye, wekî bi wê fînansekirinê gerekê piştgirîyê bidine cimeta Qerebaxêye bi destê zorê derxistî, yên ku  niha li Ermenîstanêne, çimkî sala 2023 a rûyê êrîşa Adirbêcanêye berfireda, ewana welatê xwe hiştine û derketine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button