Gavên bona pêşxistina hevkarîya Ermenîstanê û Qibrisêye nava goveka parastinêda hatine gotûbêjkirinê

Baylozê Ermenîstanêyî li Qibrisê Tîgran Mikrtçyan wextê seredana xweye xebatêye li Nîkosîyayê, rastî wezîrê Qibrisêyî parastinê Vasîlîs Palmas hatîye.
Ji baylozxana Ermenîstanêye li Yûnanistanê elam kirine,wekî bi silavkirina wezîrê Qibrisê, Tîgran Mikrçyanê bayloz bi hêvîdarî gotîye,wekî seredana zûtirekêye li Ermenîstanê wê qewata nû bide hevkarîya leşkerîye herdu welata.
Gavên bona pêşxistina hevkarîya Ermenîstanê û Qibrisêye nava goveka parastinêda hatine gotûbêjkirinê.
Hatîye dîyarkirinê ku tevayî telîmên leşkerî pêk bînin û cêribandinê pevbiguhêrin û nava wê yekêda derheqa girîngîya teşkîlkirina ders û telîmên tevayîda hatîye gotinê. Pêrspêktîvên hevkarîya dualî, ya nava goveka perwerda leşkerîda, hatine gotûbêjkirinê.
Baylozê Ermenîstanê derheqa bûyarên herêmîda raberî wezîr kirîye û derheqa pêvajoya dîyarkirina sînornên Ermenîstanê û Adirbêcanê xeberdaye.







