H’emû nûçeSereke

Ji hukumeta Ermenîstanê hat xwestin ku di nav çar mehan de referanduma endametiya Ermenistanê ya Yekîtiya Avropayê pêk bîne

20 ê hezîranê  li Otela Anî Plaza ya Yêrêvanê, platforma hêzên sîvîl û sîyasî yên demokratîk forumek ji bo referanduma endambûna Ermenîstanê ya Yekîtiya Avropayê li dar xist. Nûnerên partiyên siyasî yên derveyî parlementoya demokratîk û rêxistinên civaka sîvîl, çalakvan û rêveberên din û nûnerên saziyên sîvîl yên Ermenîstanê beşdarî çalakiyê bûn. Di konferansê de nûnerên korpusên dîplomatîk yên biyanî yên li Ermenîstanê jî amade bûn.

Li jêr peyama di derbarê forumê de ye, ku ji aliyê servîsa nûçeyan ya navenda piştgiriya hemwelatiyên azad ji bo destpêşxeriyên sîvîl ve hatiye belavkirin. Beşdaran bal kişandin ser pêwîstiya Ermenîstanê ku tevlî malbata neteweyên avropî bibe, ji ber ku ev yek dê asteke bilindtir ewlehî û bextewariyê ji gelê Ermenistanê re peyda bike û mafên mirovî û siyasî li Ermenîstanê baştir bike.

Beşdaran her wiha li ser pêwîstiya hewildanên ciddî yên hukumeta Ermenistanê, civaka siyasî, karsaz û hemwelatiyên ferdî yên ermenî gotûbêj kirin da ku welat bigihîje û standartên avropî di gelek warên sereke de, di nav de ewlehî, rêvebirî, aborî, bac, jin û mafên hindikayiyan. Piştî nîqaşên balkêş, beşdaran biryarnameyek îmze kirin û tê de bang li hukumeta Ermenîstanê kirin ku ji roja konferansê di nav çar mehan de referandumê li ser endametiya Ermenîstanê di Yekîtiya Avropayê de pêk bîne

Zêdetir nîşan bide
Back to top button