H’emû nûçeSereke
Lîtva li ser rîya berbi Avropayê wê piştgirîyê bide Ermenîstanê: wezîrê Lîtvayêyî karên der

Wezîrê Lîtvayêyî karên der Gabrîêlûs Landsbêrgîs elam kirîye,wekî Lîtva li ser rîya berbi Avropayê wê piştgirîyê bide Ermenîstanê. Derheqa wê yekêda wezîrê Lîtvayêyî karên der mîkrobloga xweye X ê da nivîsîye.
“Lîtva dewleta ewlin bû ku serbixwetîya Ermenîstanê nas kir û em şane ku li ser vê rêya dijwar piştgirîyê bidine gavên girîng, yên ku bona çûyîna berbi Avropayê tên avîtinê”,- Landsbêrgîs nivîsîye.
Ewî daye dîyarkirinê,wekî wextê hevdîtina tevî wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, ewî daye bawarkirinê,wekî Lîtvayê bi cêribandina xwe wê tevî Ermenîstanê parevebe û wê li ser wê rê piştgirîyê bide Yêrêvanê.







