H’emû nûçeSereke

Pisporê rûs derheqa kardarîya sîlihên ku Ermenîstanê ji Fransîyayê dikire, qîmetkirinên xwe raber kirîye

Kirîna stansîyayên artîlêrîyayê, yên fransîye bi navê CAESAR, dide kifşê,wekî li rex wê yekê gerekê sîstêma dayîna topa sazbe, çimkî nava eskerê ermenîda firqî di navbera têknîka rûsî û fransî wê hebe.Derheqa wê yekêda pisporê rûsî leşkerî Pavêl Fêlgêngaûêr gotîye.

Bi qîmetkirina wî, li Ûkraînayê ew sîstêmên artîlêrîyayêye fransî dikarin lez ji cîhekî derbazî cîhekî mayînbin.

Em bîr bînin,wekî Yêrêvanê û Parîzê, girêdayî wan sîstêmên artîlêrîyayêva peyman mor kirine.

“Bêguman, ew sîstêmên fransî nikarin li hemû cîha derbazbin,lê ew dikarin lez ji cîhekî derbazî cihekî mayînbin, agirkin û paşê dîsa cîhê xwe biguhêrin.

Li ser têknîka fransî GPS heye û bo wê yekê jî ew sîstêm hedefa xwe rast divîne”,- pispor gotîye.

Pispor serda zêde kirîye û daye zelalkirinê,wekî pêşezanên ji Fransîyayê hatî gerekê piştgirîya têknîkî bidine alîyê ermenî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button