H’emû nûçeSereke

Pisporê rûs derheqa menîya serekeda, ya binketina alîyê ermenîye wextê şerê  44 roje, daye dîyarkirinê

Nava şerê wedê nihada cîguhastina artîlêrîyayêye lez gelekî girînge, bi hesabhildana êrîşên dirona. Derheqa wê yekêda pisporê leşkerîyî rûs Pavêl Fêlgêngaûêr gotîye.

Bi qîmetkirina wî, nava şerê 44 rojeda alîyê ermenî hema rûyê wê yekêda bin ketîye,wekî dirona li ser artîlêrîyayê tehsîra xwe hiştîye.

“Veşartina artîlêrîyayê alî tu tiştî nekir.Wextê şerê Qerebaxêyî ewlin ew tişt kardar bû, lê şerê duemînda artîlêrîya dibû hedef.Wî alîda alîyê ermenî zîyaneke mezin ket û bêyî piştgirîya artîlêrîyayê hemû tişt xirav bû.Hema ew bû menî wekî alîyê ermenî nava şêrda binket”,-ewî gotîye.

Bi gotina pispor, ew yek tiştekî raste ku werguhastina nava hêzên artîlêrîyayêda destpêkin û ew yek jî ji alîyê Ermenîstanêda tê kirinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button