H’emû nûçeSereke

Admînîstrasîya serokwezîrê Ermenîstanê pêşnîyarî Adirbêcanê kirîye ku mêxanîzma dualî, ya lêpirsîna bûyarên teribandina rêjîma agirbestê sazkin

Hukumata Ermenîstanê elametî belav kirîye, ya ku girêdayîye teribandinên rêjîma agirbestêra, derheqa kîjanada wezîreta Adirbêcanêye parastinê belav dike. Em bêjin,wekî van axirîya wezîreta Adirbêcanêye parastinê înformasîya belav dike û dide dîyarkirinê ku giva ji alîyê hêzên Ermenîstanêda rêjîma agirbestê tê teribandinê.

“Nenihêrî wê yekê wekî wezîreta Ermenîstanêye parastinê ew înformasîya çawa yên ne rast hesab kirine, Adirbêcan dîsa înformasîyayên wî cûreyî belav dike.

Çawa berdewama elametîya serokwezîrê Ermenîstanê, ew yek xwestina hukumata Ermenîstanêye ku îzina sertbûna hal nedin û admînîstrasîya serokwezîrê Ermenîstanê bi kanalên dîplomatî pêşnîyar kirîye mêxanîzma lêpirsîna  dualî, ya bona teribandinên rêjîma agirbestê sazkin.

Admînîstrasîya serokwezîrê Ermenîstanê pêşnîyar dike ku xebatên sazkirina mêxanîzmê destpêkin”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button