Banka Avrasîyayêye pêşdaçûyînê pêşbînîya mezinbûna aborî ya Ermenîstanê ya sala 2024 a ji 7,5 selefî zêde bûye

Sala 2024 de, li gorî pêşbînîya mezinbûna aborî ya banka pêşkeftinê ya Avrasyayê, mezinbûna berhema navxweyî ya Ermenîstanê di senaryoya bingehîn de di asta 7,5 selefî de tê pêşbînî kirin.
Tê gotin ku di dawîya salê de ji ber bihêzbûna daxwaza navxweyî, lawazbûna nerm ya diravê neteweyî û kêmkirina berdewam ya rêjeya ji nû ve fînansekirinê, înflasyon wê bi lez bibe ji 1,5 selef. Di heman demê de, li gorî banka pêşkeftinê ya Avrasîyayê beşdarîya sêktorên sereke di çalakîya karsazîyê de erênî ye, lê dînamîkên weha ji ber giranbûna mezinbûnê di sektorên kesane de ye. Di vê serdemê de, mezinbûna pîşesazî û bazirganîyê bi giranî bi mezinbûna ducar ya hilberandina zêr û bazirganîya bîyanî ya di wan de, û dînamîkên kar û baran bi zêdebûna qebareya çalakîyên darayî ve hate piştrast kirin. Di vê navberê de, dînamîkên hilberînê







