H’emû nûçeSereke

Fikira  derheqa endamtîya Ermenîstanêye nava Yekîtîya Avropayêda nava welatîyada zêdetir belav dibe: serokê organîzeya civakî

Fikira  derheqa endamtîya Ermenîstanêye nava Yekîtîya Avropayêda nava welatîyada zêdetir belav dibe. Derheqa wê yekêda li parlamêntê wextê gotûbêjkirina pirsa endamtîya Ermenstanêye nava Yekîtîya Avropayêda û pêkanîna rêfêrêndûmêye girêdayî wê yekêra, serokê organîzeya civakî Hovsêp Xûrşûdyan gotîye.

Bi fikira wî, îro pêwîste ne ku wê pirsê gotûbêjkin, lê gerekê li wê yekê binihêrin, ku endamtîya Ermenîstanê wê çi bide malbeta avropî û bi rêyên çawa dikarin bighîjine wê  yekê.

“Guhartinên cûre-cûre ne tenê li dinîyayê, lê usa jî nava femdarîya meda qewimîne.Bo wê yekê jî em gerekê dîskûrsa civakî biguhêrin”,- Xûrşûdyan gotîye.

“Bi fikira wî, endamtîya Ermenîstanêye nava Yekîtîya Avropayêda cabdarîke mezine, kîjanê gerekê welatî qebûlkin.

“Ne axir rîya paşdahatinê wê tunebe? Heger welatîyên welêt, nava rêfêrêndûmêda bêjin “belê”, wî çaxî pêwîstîya gunehkarkirinên hêzeke sîyasî wê bêne hildanê”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button