Namên surî, yên derheqa hevkarîya Bêlarûsê û Adirbêcanêda hatine belavkirinê: Hetq.am

Li ber destê Hetq.am ê ketine namên Bêlarûsê û Adirbêcanê, bi kîjana derheqa hevkarîya xewileda hatîye dîyarkirinê.Derheqa wê yekêda rojnama “Politico ” ê nivîsîye.
“Politico”ê nivîsîbû, wekî hevkara Ermenîstanêye nava organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvda, Bêlarûsê sîlih frotine Adirbêcanê. Ji deha zêdetir name, notayên dîplomatî, dokûmêntên mayîn ketine ber destê çapemenîya amêrîkî, kîjanada tê kifşê, wekî salên 2018-2022 a Bêlarûsê bi aktîvî alî hêzên Adirbêcanê kirîye.
“Dikevine nava wan modêrnîzasîyakirina sîlihên artîlêrîyayê û şerkarîya radyoêlêktronî, usa jî parçên dirona”,- “Politico” ê nivîsîye.
Xêncî wê yekê nava dokûmêntada namên ajansa Bêlarûsêye dewletê, yên bona kompanîyayên sîliha hene, kîjanada derheqa firotana sîlihada hatîye dîyarkirinê, yên bona Adirbêcanê.







