H’emû nûçeSereke
Ûrsûla fon dêr Layênê daye bawarkirinê wekî ewê dîna xwe bide pevketinên wextê hevdîtina Ermenîstanê, Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Yekîtîya Avropayê destanî

21 ê hezîranê wekîlê dîplomatîya Ermenîstanêye li Yekîtîya Avropayê Tîgran Balayanê bayloz nasnamên xwe teslîmî seroka komîsîya Avropayê Ûrsûla fon dêr Layênê kirine.
Wextê wê merasîmê, Balayanê bayloz rola Yekîtîya Avropayê bilind qîmet kirîye û sipasî elamî Ûrsûla Fon dêr Layênê kirîye bona wê yekê,wekî cedandinên wê nava kûrkirin û pêşxistina heleqetîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêda heye.
Balayanê bayloz berbirîbûna serokwezîrê Ermenîstanê gîhandîye seroka komîsîya Avropayê. Fon dêr Layênê sirîya xweda razalixî bona xeberên germ elam kirîye û xeberên silavkirinê bona Nîkol Paşînyanê serokwezîr şandine, daye bawarkirinê,wekî ewê guhdarîyê bidine ser mîyaserkirina pevketinên wextê hevdîtina 5 ê nîsanêye li Bryûsêlê destanî.







