H’emû nûçeSereke

Îşên bi gunehkarkirinên çêkirî, yên hindava serokatîya Qerebaxêye berê, wê derbazî mehkemê bikin

Îşên bi gunehkarkirinên çêkirî, yên hindava serokatîya Qerebaxêye berê, wê zûtirekê derbazî mehkemê bikin.

Derheqa wê yekêda “Armênprêss” ê, li ser hîmê çapamenîya Adirbêcanê ragîhandîye.Wextê qisa tevî çapemenîya cî, serokê mehkema Adirbêcanêye here bilind Kyamran Elîyêv daye dîyarkirinê,wekî lêpirsîna wan îşa îdî ser hevda hatîye.

“Niha merivên ku tên gunehkarkirinê, advokat û zîyankêşa nasîya xwe dane matêrîyalên îşên wan.Piştî nasîyaxwedayînê, birîyara gunehkarkirinê wê bişînine mehkemê”,- serokê mehekma Adirbêcanê gotîye.

Adirbêcanê dîsa bi wedê pênc meha wedê girtina serokên Qerebaxêye berê Arkadî Gûkasyan, Bako Sahakyan, Arayîk Harûtyûnyan,wezîrê Qerebaxêyî karên der Davît Babayan, fermandarê hêzên Qerebaxêyî berê Lêvon Minasakanyan û serokê parlamêntê Davît Îşxanyan daye paşdaêxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button