H’emû nûçeSereke

Wêneyên satêlîtê zêdebûna wêrankirina mezin ya mîrata çandî ya Qerebaxê nîşan dide:Caucasus Heritage Watch

Rapora dawî ya li ser warên çandî yên ermenîyan ku ji hêla Caucasus Heritage Watch ve hatîye weşandin destnîşan dike ku ji payîza sala 2023 a vir ve hejmara wêrankirina mîratên çandî yên ku ji hêla Adirbêcanê ve li Qerebaxê hatine armanc kirin bi  75 selefî zêde bûye.

Li gorî rapora “Armênprêss”ê, di raporta “Caucasus Heritage Watch” de tê gotin ku bi piştrastkirina hişyarîyên pisporan derbarê jinavbirina mîrata çandî ya Ermenîstanê li Qerebaxê ji alîyê Adirbêcanê ve, di raporta nû ya “Caucasus Heritage Watch” de, zêdebûna warên wêrankirî piştrast dike.

 “Bi berawirdkirina wêneyên satêlaytan, di payîza sala 2023 a de, dema ku zêdetirî 100 hezar ermenî ji welatê xwe ji alîyê rêjîma atokratîk ya azêrî ve hatin derxistin. Di bihara 2024 a de, rapora herî dawî ya CHW balê dikişîne ser wêrankirina dibistanên dîrokî, goristan û parêstgehan, û zêdebûna 29 selef li cîhên nepenî yên li Arsaxê (ku wek  Qerebaxa Çîya jî tê zanîn) eşkere dike.

Bi giştî, heyama çavdêrîyê ya bihara sala 2024 a ji bihara sala 2021ê vir ve, dema ku rêxistinê dest bi şopandina mîrata çandî kir piştî şerê Qerebaxa Çîya ya sala 2020 î, hejmara herî zêde ya cîhên bandorbûyî eşkere kir.

“Lêkolerên sereke yên CHW Yan Lîndsî, Adam  Smît û Lorî Xaçatûryan di kurtenivîsa xwe de bal kişandin ser çalakîyên Adirbêcanê yên li herêma Kelbecarê û bajarokê Şûşîyê yê li ser girê, ku rêjîmê (bi wateya hukumeta Adirbêcanê) di şerê 44 rojî yê sala 2020 î de girtibû”,- nava raportêda tê gotin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button