H’emû nûçeSereke

Adirbêcanê hê bersiv nedaye pêşnîyara Ermenîstanê ya ji bo avakirina mêxanîzmeke lêpirsînê ya dualî: sêkrêtarê konsêya ewlekarîyê

Ermenîstan ji ber nûçeyên derew yên wezîreta Adirbêcanêye parastinê ya ku dibêje Ermenîstan agirbestê binpê dike, nîgeran e. Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, sêkrêtarê konsêya ewlekarîyê Armên Grîgoryan di brîfînga de ji rojnamevanan re gotîye.

“Ermenistan ji raporên bi vî rengî nîgeran e, ji ber ku eşkere ye ku ji alîyê Ermenîstanê ve ji bo alozîyê gav neavêtîye û  agirkirin jî nehatîye avîtin.

Em nîgeran in ku nûçeyên wiha derew tên belavkirin, lê ji bo çareserkirina pirsgirêkê me bi eşkere ji Adirbêcanê re pêşnîyar kirîye ku mêxanîzmeke lêkolînê ya hevbeş di navbera dezgehan de çêbike. Ew dikare lêkolînê be yan jî dezgeheke din be ku lêkolînê li ser dozan bike û bigihe encameke dawî, em û civaka navdewletî dê xwedîyê daneyên pêbawer bin, em ê zanibin ka dozên wiha çêbûne yan na”,-Grîgoryan anî ziman, ku Ermenîstan di wê bawerîyê de ye ku rewşên wiha tune ne, lê eger alîyê Adirbêcanê îsrar bike, wê demê alîyê ermenî amade ye lêkolînê li ser mijarên wiha bike.

Ji bo pirsa gelo Adirbêcanê bersiva Ermenîstanê daye yan na, Grîgoryan bersiv da, heta niha tu bersiv nehatîye dayîn.

Grîgoryan li ser pirsa gelo ev pêşnûme li dijî mîsîyona çavdêrîya Yekîtîya Avropayê ya li Ermenîstanê ye jî nakokî ye, Grîgoryan destnîşan kir ku tu nakokî tune.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button