H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê pêşnîyarên Adirbêcanê yên li ser pêşnûmeya peymana aştîyê wergirt: sêkrêtarê encumena wezîran

Ermenîstanê di derbarê pêşnûmeya peymana aştîyê de pêşnîyarên din yên Adirbêcanê wergirtin. Sêkrêtarê konsêya ewlekarîyê Armên Grîgoryan di axaftina xwe ya bi rojnamevanan re gotîye.

 “Belê, ji bo guhertia 9 a ya ku me şandibû bertek hat, wan guhertina 10 a şand. Niha em di vî warî de dixebitin”,-ewî gotîye.

Li ser pirsa gelo mirov dikare bêje ku alî nêzîkî peymana aştîyê bûne yan na, Grîgoryan bersiv da ku di danûstandinan de nêzîkatîyek tê zanîn heye, heta ku her tişt li hev neyê kirin, tiştek li hev nayê.

 “Ji min re zehmet be ku ez bersiva vê pirsê bidim, ji ber ku pêvajo dînamîk e û carinan em pêşve diçin, carinan na. Ji bo ku pêvajo bi qasî ku pêkan be leztir bibe em ê xebatên xwe bidomînin. Ermenîstan amade ye ku di zûtirîn dem de peymanê îmze bike û herî dawî me pêşnîyara îmzekirina wê di mehekê de kir”,-Grîgoryan daye kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button