Lîstikvanê herî mezin ê şano û sînemayê Kevin Spêycî mêvanê rêzgirtinê yê festîvala fîlman ya “Zerdela Zêrîn” e

Mêvanê rûmetê yê 21emîn festîvala navneteweyî ya fîlman ya Yêrêvanê “Zerdela zêrîn” mezintirîn lîstikvanê şano û sînemayê Kêvin Spêycî ye, ne tenê ji nifşa xwe, lê li gorî gelek kesan jî yek ji hunermendên herî baş yên hemî deman e.
Spêycî ne tenê du caran xelatgirê Oscarê ye, lê di heman demê de xelata Lourense Olivyê ji bo lîstikvanê herî serketî di lîstikekê de, û her weha xelata Zerdela zêrîn ji bo lîstikvanê herî serketî di rêzefîlmeke televizyonî de jî wergirt.
Kêvin Spêycî bi baştirîn derhênerên amerîkî û brîtanî yên 40 salên dawî re hevkarî kir: Dêvîd Finçêr, Alan Parker, Sêm Mêndês, Edgar Raytî,Krîst Hênson,Con Lasêtêr, Dunkan Jonês, Mayk Nîkols, Brayan Sînger, Jêyms Foûlî, û yên din, li kêleka stêrkên wekî Brêd Pit, Martin Frîmên, Al Paçîno, Kim Bêysingêr, Rasêl Kroû, Sêm Rokûêl, li ser ekranê derketin.
Îsal wê festîval di navbera 7-14 ê tîrmehê de pêk be. Festîvala fîlman ya navneteweyî îsal jî dê fîlmên pêşbirkê yên welatên cihê yên cîhanê û her wiha fîlmên ji festîvalên herî bi prestîj pêşkêşî raya giştî bike. Kesayetiyên sînemaya cîhanê dê bigihêjin Ermenîstanê, dê serpêhatî û hunera xwe pêşkêşî hezkiriyên sînemayê bikin.
“Zerdela zerîn” îsal dê bi taybetî balê bikişîne ser jûbîleyên 100 salî yên du mirovên mezin: Şarl Aznavur û Sergey Parajanov.







