Bakû piştî piştgiriya Parîzê ji Ermenîstanê re dijminatîya Fransayê dike: Le Monde

Êrîşên dubare yên Adirbêcanê li ser berjewendîyên fransî, çi li Kalêdonyaya Nû û çi li Korsîka be, helwêsta dijminane ya wî welatê Kafkasîyayê li hember Fransîyayê, piştî piştgirîya Parîzê ji Ermenîstanê re, şahîd e, Le Monde dinivîse.
Di mehên dawî de, hêrsa rayedarên Fransîyayê di derbarê destwerdana Adirbêcanê li Kalêdonya Nû dibe ku sûrprîzek be, û tewra gelekan bi guman li vê yekê dinêrin ku xetereya welatek biçûk ya Kafkasîyayê ku bandora wê ya navneteweyî kêm e rast e. Lê belê, xwezaya dubare ya êrîşên li ser berjewendîyên fransî ku armanca wan gurkirina cudaxwazîya navçeyî yan arîdî ye, gelekan îqna kir ku armancên rêjîma Bakûyê ji berevanîya asayî ya mafê çarenivîsa gelên din wêdetir e.
Eşkere bû ku ev stratejî beşek ji dîroka Yekîtîya Sovyêtê ya piştî şerê cîhanê yê Duyem e ku dêmokrasîya têk bir. Alozîyên di navbera Fransîyayê û Adirbêcanê de ji dema ku Bakû ji nû ve dest bi opêrasîyonên leşkerî li dijî Ermenîstana ku Parîzê piştgirî dide dest pê kir, zêde bûne.
Rêjîma totalîtar ya Bakûyê bi pêşengîya serok Îlham Elîyêv, bi rêbazên destwerdan û dêzînformasyonê yên KGB ya Sovyêtê û rêjîma niha ya Rûsîyayê, bi rêxistinbûneke mezin kampanya xwe ya li dijî Fransîya dimeşîne.
Di tîrmeha sala 2023 a da, Adirbêcanê piştgirî da avakirina koma înîsîyatîvê ya Bekûyê, ku bang li alîgirên tevgera serxwebûnê li deverên derveyî Fransîyayê dike ku li dijî “nêokolonyalîzma” Fransî bibin yek.
16 ê gulanê de, wezîrê karên hundir û der yê Fransîyayê Jêrald Darmanin, Bakû bi destwerdana di kar û barên Kalêdonya Nû de tawanbar kir, dema ku alayên Adirbêcanê di xwepêşandanan de hatin hildan.
2 ê adarê de, du rojnamevanên Adirbêcanê di dema xwenîşandanek alîgirê serxwebûnê de li nêzîkî dadgeha Bastîa, li Korsîkayê bal kişandibûn. Rojnamevanek ji ajansa nûçeyan ya hökömeta Adirbêcanê, yê din jî di kanala Haber Global TV ya tirkî de kar dikir. Di raporta xwe de, wan Korsîka weke pêkhateyeke li ber serxwebûnê binav kir, girtina du çalakvanên neteweperest şermezar kir.
Destpêka sala 2024 a, parlamêntoya Adirbaycanê banga “hêsan” naskirina serxwebûna Korsîkayê û herwiha Kalêdonya Nû û Maohî Nûî ya Polînezîya fransî kir”,- rojname dinivîse.







