Helwesta Ermenîstanê ji bo me pir girîng e, di navbera Avropaye û Rojhilat de ye: wezîrê Hindistanêyî karên der

Ji bo Hindistanê pozîsyona Ermenîstanê pir girîng e ji ber ku di navbera Avropayê û Rojhilat de ye, loma jî di navbera her du welatan de têkilîyên baş hatine danîn.
Li gorî rapora “Armênprêss” ê, wezîrê Hindistanêyî karên der Sûbrahmanyam Cayşankar di hevdîtina di gel komeke rojnamevanên welatên Avrasyayê yên ku gihîştine Hindistanê, helwestek wiha nîşan da.
“Gelek derfet hene ku ji bo pêşxistina peywendîyên sûdmend di çend waran de: aborî, çandî, sîyasî û yên din. Ji ber vê yekê li vir gelek tişt hene ku bêne kirin”,- Cayşankar gotîye, li ser têkilîyên ermenîya û hinda xeberdaye.
Wezîrê Hindistanêyî karên de her wiha amaje bi mijara cîbicîkirina mêgaprojeyên lojîstîkî kir ku vê dawîyê bûye mijara gotûbêja gelek welatan.
“Di dehsalên dawî de, gelek guhertin çêbûn, di encamê de derfetên vekirina korîdorên nû yên veguhastinê û lojîstîkê derketin. Li ser rêya veguhestinê ya Bakûr-Başûr ku di bingehê wê de bendera Çabaharê ji bo gelek dewletan roleke girîng dilîze gelek tê axaftin. Korîdora Asyaya Navîn jî wek rêyeke altêrnatîv tê nirxandin. Her weha dê altêrnatîvên din jî hebin ji ber ku hemî korîdorên berê 8-9 deh sal berê hatine damezrandin û çavkanî û şîyanên wan qedîyane” ,-wezîrê Hindistanêyî karên der gotîye.







