H’emû nûçeSereke

Hevkarî bi “Sêzar”ê  bi dawî nabe: Fransîya wê di demeke nêzîk de bibe şirîkê me yê stratejîk: Armen Xaçatryan

“Ji bo kirîna obûsên 155 mîlîmêtrî yên ji cûrê “Sêzar” ku wê di demeke kin de bibin hêzên çekdar yên Ermenîstanê, bi Fransîyayê re peyman hat îmzekirin”,-derheqa wê yekêda  parlamêntvanê  parlamênta Ermenîstanê, yê ji fraksîyona “Peymana sîvîl”, Armên Xaçatryan, wextê hevpeyvîna tevî Factor.TV  ê  elam kirîye.

Cîgirê serokê lijneya daîmî ya kar û barên berevanîyê û ewlekarîyê ya miclîsa neteweyî vê yekê bi destkeftîyeke cidî dibîne. Li gorî  cîgirê fermî, girêbesta ku bi alîyên fransî re hatîye îmzekirin, di warê hevkarîya leşkerî-têknîkî de pêşketineke nedîtî ye.

 “Hevkarî bi “Sêzar” ê naqede, Fransîya wê di demek nêzîk de bibe şirîkê me yê stratêjîk. Ew hevkarî roj bi roj pêş dikeve. Fransîya bi dayîna çekan ji Ermenîstanê re bang li welatên Avropayê dike ku bi me re hevkarîyê pêş bixin”,-ewî got.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button