Krêml wê nehêle ku Paşînyan bi hêsanî ji encaman dûr bikevin: Lyûk Kofîn

Niha derfetek bêhempa heye ku li Kafkasîya Başûr serdemek nû ya aramî û heta bextewarîyê dest pê bike, her çend Rûsîya wê jê hez neke, lêkolînerê payebilind yê înstîtûta Hadsonê Lyûk Kofîn, di gotûbêja li ser “Gelo Ermenîstan û Adirbêcan li berava aşîtîyêne?” ku îro li konsêya Atlantîk ya Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî hat lidarxistin, bersiva vê pirsê da, gelo armancên Rûsîyayê di derbarê Ermenîstanê û Adirbêcanê de çi ne? “Rûsîya vê herêmê wek herêma xwe ya bandorê dibîne. Ew nakokîyên qerimandî bi kar tîne, çi Abxazîya li Gurcistanê be, çi jî Qerabax û heft herêmên cînarên wê, ji bo ku bandora xwe li herêmê zêde bike”-ewî gotîye.
Lyûk Kofîn anî ziman ku yek ji van mînakan sererastkirina têkilîyên Ermenîstanê û Airbêcanê ye. Li gorî wî, niha Ermenîstan û Adirbêcan dikarin wek cînarên rastîn tevbigerin, hevkarîyê bikin, têkilîyan birêkûpêk bikin, aşîtî û bextewarîyê bi dest bixin. Lê li gor wî ev hemû metirsî li ser bandora Rûsîyayê li herêmê ye.
“Her çend Paşînyan wek serok û sîyasetmedarekî Ermenîstanê pir bi wêrekî hereket kiribe jî, lê dema ku her tişt hinekî aram bibe, Krêmlê rê nede ku ew ewqas bi hêsanî ji encaman dûr bikevin. Û ez ditirsim ku Ermenîstan di rêyeke pir dijwar re derbaz bibe” ,-ewî gotîye.
Li gorî Lyûk Kofîn, divê Amêrîkayê her tiştî bike ji bo normalîzekirina peywendîyan ne tenê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de, lê di heman demê de di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayê de jî, ji bo ku her kesî bîne ser maseya danûstandinan, ji bo rêxistina peywendîyan bike, ji ber ku ew di berjewendîya gelên van welatan.
Li gorî wî, ji ber zehmetîyên li Ûkraînayê, bandora Rûsîyayê li Başûrê Kafkasîya lawaz dibe û ev yek ji bo Dewletên Yekbûyî û Yekîtîya Avropayê derfeteke baş e.
Lyûk Kofîn di bersiva vê pirsê de ku gelo mimkûn e Rûsîya 2000-3000 leşkerên din bişîne Ermenîstanê da ku îradeya xwe li ser Ermenîstanê ferz bike, Lyûk Kofîn got ku divê em ji bîr nekin ku Rûsîya hê jî garantorê ewlehîya Ermenistanê ye, çend hezar leşker li Ermenîstanê beşek ji sînorên Ermenîstanê kontrol dike, qada hewayî ya Ermenîstanê jî ji hêla çavdêrî û ewlehîyê ve di qada hewayî ya Fêdêrasîyona Rûsyayê de ye.







