H’emû nûçeSereke

Bi îmzekirina birîyara derheqa byûcêya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvda, Ermenîstanê  alîyê fînansekirinêda borcdarî hilnedaye ser xwe:wezîreta karên der

Borcdarîyên Ermnîsîanêye fînansî, yên hindava Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv hê  hene, nenihêrî wê yekê wekî serokatîya Ermenîstanê elam kirîye wekî ewê endamtîya xwe bidine sekinandinê û nexwestin ku nava byûcêya organîzeyêda învêstîsîya bikin.Derheqa wê yekêda ji wezîreta Rûsîyayêye karên der elam kirine. Moskva fermî gotibû, ku Yêrêvan borcdare dewekarîyên fînansî biqedîne, li gorî qanûndarîya organîzeyê û dokûmêntên ji alîyê serokên welatên endamda îzbatkirî. Factor․am ê pirs daye wezîreta Ermenîstanêye karên der ku gelo Ermenîstan amade dibe fînansên  bona endamtîya nava organîzeyêda bide.

Ji wezîreta karên der elam kirine, wekî alîyê ermenî bi fermî derheqa wê yekêda elam kirîye ku Ermenîstanê vê gavê ji îmzekirina birîyara derheqa byûcêya organîzeyêda dûr bimîne û wê beşdarî fînansekirinê nebe.

Li gorî elametîya wezîreta karên der, bi îmzekirina birîyara derheqa byûcêya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvda, Ermenîstanê  alîyê fînansekirinêda borcdarî hilnedaye ser xwe.

Factor․am ê usa jî pirs daye ku Ermenîstan salê çiqas pere bona endamtîya nava organîzeyêda dide.

Ji wezîretê bersiv dane, ku li gorî qanûndarîya organîzeyê, pirsên derheqa wê yekêda nayêne belavkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button