Ermenîstan amadeye bi temamî pêwandîyên xweye tevî Tirkîyayê bide normalkirinê: Mîrzoyan

Ermenîstan amadeye bi temamî pêwandîyên xweye tevî Tirkîyayê bide normalkirinê,pêwandîyên dîplomatî îzbatke û sînora veke.Derheqa wê yekêda wextê prêss-konfêransa tevî wezîrê Êstonîyayêyî karên der li Tallînê,wezîrê Ermenîstanêyî karên der, Ararat Mîrzoyan gotîye.
“Nava encamê dîyaloga tevî hevkarên meye tirk,em gihîştine pevketinên destanî û me ew gav dane dîyarkirinê, kîjana em gerekê bona normalkirina pêwandîya biavêjin”,- Mîrzoyan gotîye û serda zêde kirîye: “Bi axaftina derheqa welatên sêemînda, usa jî bona wan meriva pasportên kîjanaye dîplomatî hene, em wê yekê îzbat dikin. Ez bawarim,wekî îdî wedeye ku wan pevketina mîyaserkin”. Duh sêkrêtarê şêwira ewlehkarîya Ermenîstanê Armên Grîgoryan jî elam kirîye,wekî Yêrêvan ji alîyê Enqerêda hîvîya gavaye.







