H’emû nûçeSereke
Ermenîstan her dem welatê avropî bûye û pêşeroja Ermenîstanê nava Avropayêdane: serokê komîsîya Bûndêstagê, yê pirsên Yekîtîya Avropayê

“Ermenîstan her dem welatê avropî bûye û pêşeroja Ermenîstanê nava Avropayêdane”,- serokê komîsîya Bûndêstagê, yê pirsên Yekîtîya Avropayê Anton Hofraytêr wextê hevdîtina pêkhatî gotîye.Derheqa wê yekêda serokê fraksîya “Peymana sîvîl” Hayk Koncoryan rûpelê xweyî facebook ê da nivîsîye.
“Îro em li Bêrlînê rastî serokê komîsîya Bûndêstagê, yê pirsên Yekîtîya Avropayê û endamên wê hatin.Me derheqa prêspêktîvên kûrbûna pêwandîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêda gotûbêj kirine.
Me daye dîyarkirinê,wekî pêşketina Ermenîstanêye dêmokratîk gerekê teyax û ewlehkarîya Ermentstanê bide mezinkirinê. Me derheqa kûrkirina hevkarîya êkonomîkî û ênêrgêtîkî û bernamên pêşerojêda xeberda”.







