H’emû nûçeSereke

Ji bo hinek çavnebarîya Rûsyayê jî, pêwîst bû ku hevkareke baş be ji bo parastina hevalbendan: Alên Sîmonyan

Ewlehîya Kafkasîya Başûr, peymana aştîyê ya di navbera Adirbêcanê û Ermenîstanê de, pêşdabirina têkilîyên di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê de mijarên sereke ne ku serokê meclîsa neteweyî ya Ermenîstanê Alên Sîmonyan li Rîgayê bi hevalkara xwe ya  lîtvayî Daîga Mîêrînayê re axivî. RUS.LSM.lv dinivîse:

 “Me behsa wê yekê kir ku Ermenîstan ber bi Yekîtîya Avropayê ve diçe. Û ji ber vê yekê ew dixwaze ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv  ya bi pêşengîya Rûsyayê derkeve. Ermenîstanê jî da zanîn ku leşkerên Rûsyayê gav bi gav ji welêt derdikevin”.

Berî niha serokwezîr Nîkol Paşînyan jî ragîhandibû ku beşdarbûna Ermenîstanê di Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv de qerimiye.Sedem jî bêhelwestîya Rûsîyayê di dema şerê çekdarî li Qerebaxê de bû. Tevahîya herêmê ket bin kontrola Adirbêcanê. Vê yekê nîşan da ku peymana ewlekarîya kolektîv ya bi Ermenîstanê re nayê cî bi cîkirin û niha jî Ermenîstan plan dike ku li blokeke din li piştgirîyê bigere.

“Tiştê ku li herêma me diqewime heman dîroka li Ûkraînayê ye. Karaktêrên tenê hinekî cuda ne. Ji bo aştîya demdirêj pêdivîya me bi piştgirîyê heye. Li hemberî cînarên me tu îdîaya me ya axê tune. Ji bo pêkanîna aştîyê tenê daxwaza hukumeta Adirbêcanê pêwîst e. Û di vê mijarê de pêwîstîya me bi alîkarîya Latîyayê û hevkarên din yên avropî heye. Em nirxên Latîvayê û endamên Yekîtiya Ewropî parve dikin, ji ber vê yekê ji bo ku em bibin endamek tam ya malbata Yekîtiya Avropayê hewcedariya me bi piştgirî heye.”

Eger Ermenistan bikeve Yekîtîya Avropayê wê berteka Rûsyayê çawa be? Ermenistan çaverê nake ku di demek nêzîk de bi Rûsyayê re têkiliyên baş çêbibin, bi taybetî di bin desthilatdariya niha ya Rûsyayê de bawerî nemaye.

“Li ser hinek çavnebariya li hemberî Rûsyayê, diviya bû ku mirov hevalbendeke baş be, hevalbendên xwe biparêze û bi hevjînê xwe re rastgo be, her çend ew hevjînê piçûk be jî. Civaka me çareseriyek heye: bibin parçeyeke ji Yekîtiya Avropayê”,- Alen Simonyan gotîye.

Latvîya jî destekê dide riya Ermenîstanê ber bi Avropayê ve. Seroka sêymê Daiga Mîerîayê diyar kir ku ew Ermenîstanê di yek malbateke welatên demokratîk de dibînin. Di cotmeha sala 2023 de, Latvîyayê 100 hezar yûro ji Ermenîstanê re veqetand ku ji krîza piştî Qerebaxê derbas bibe, dema ku li welêt pêleke mezin ya penaberan hebû. Serokê miclisa neteweyî ya Ermenîstanê Alen Simonyan di serdana xwe ya Latvîyayê  bi serokkomarê Latvîyayê Edgar Rinkevich û wezîra karên  der Bayba Brajê re jî hevdîtin kir, mûzeya Dagirkeriyê ziyaret kir û gul danîn ser  heykelê Azadiyê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button