H’emû nûçeSereke
Têra tê dîtinê rîya teyaraye ji Çînistanê hetanî Ermenîstanê bidine vekirinê: baylozê Çînistanê

Têra tê dîtinê rîya teyaraye ji Çînistanê hetanî Ermenîstanê bidine vekirinê.Derheqa wê yekêda baylozê Çînistanêyî li Ermenîstanê, Fan Yûn gotîye. “Zûtirekê em têra dibînin rîya teyaraye ji Çînistanê berbi Ermenîstanê bidine vekirinê.Firîna têradîtî wê bi tranzîta kurt, li bajarê çînîyî sêemîn, bê mîyaserkirinê û navê wî bajarî ezê niha nevêjim.Pêşerojêda emê derheqa wê yekêda elamkin, lê niha prosêsa dokûmênta tê mîyaserkirinê.Çûyîn-hatina teyarê wê îsal bibe.Ez berbirî kompanîyayên ermenîye tûrîzmê dibim ku fîlmên bi zimanê çînî derheqa Ermenîstanêda amadekin, bona ku li Çînistanê belavkin”,- bayloz gotîye.







