Bona morkirina peymana aşîtîyê Yêrêvana fermî îdî xwestina xweye sîyasî daye dîyarkirinê: wezîrê karên der

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan rastî wezîrê Xorvatîyayêyî karên der Gordan Radman hatîye.Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermnîstanêye karên der elam kirine.
Bi berdewamkirina gotûbêjkirinên wextê seredana wezîrê Ermenîstanêyî li Xorvatîyayê, beşdarên hevdîtinê derheqa mîyaserkirina pevketinên destanîda xeberdane.
Wezîrên Ermenîstanê û Xorvatîyayêye karên der fikir dora bûyarên van axirîyaye herêmî pevguhartine.
Gordan Radman bûyarên li Balkana û fikrên alîyê xorvata raber kirîye. Ararat Mîrzoyan derheqa halê li Kafkasîya Başûr, cedandinên bona normalkirina pêwandîyên tevî dewletên cînar raber kirîye. Mîrzoyanê wezîr derheqa peymana aşîtîyêye di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda xeberdaye û serda zêde kirîye,wekî Yêrêvana fermî bi wê armancê îdî xwestina xweye sîyasî daye kifşê.







