Politico eşkere kir ku çawa Adirbêcan li dijî Rûbên Vardanyan li derveyî welat kontrapropaganda dike

Kovara bi nav û deng Politico, di weşana xwe ya bi navê “Kompanya lobîya awarte ya heftêyê” de eşkere kir ku çawa Adirbêcan li dervayê welat li dijî xêrxwazê ermenî Rûbên Vardanyan yê ku bi qaçaxî di zindana wan de girtî ye, li derveyê welat kontrapropaganda dike. Li jêr wergera weşanê ye.
“Em şok bûn dema ku hefteya borî POLITICO, û bê guman sazîyên din yên mêdyayê, nameyek ji fîrmayek PR wergirtin ku opêrasîyonên bandora rûsî li Avropayê vedibêje. Her çend ev yek pir bicêribîne jî, lê ew bi taybetî li ser kesek sekinî: wekî ku hevkarê min Gabrîêl Gavîn destnîşan kir, olîgarşê rûs-ermenî Rûben Vardanyan.
Berjewendiya xwerû: Rûbên Vardanyan niha li Adirbêcanê li pişt hebsê ye ji ber bûyerên dema ku wî welatî ji bo dagirkirina Qerebaxê êrîş kir û di encamê de şênîyên ermenî yên Qerebaxê koçber bûn. Her çend Vardanyan ê 56 salî li Moskvayê serweta xwe bi dest xist û ji ber tevlêbûna xwe ya di karên binesazîya Rûsyayê de di lîsteya cezayên Ûkraînayê de cîh girt jî, wî dev ji hemwelatîya xwe ya rûsî berda da ku bikeve sîyasetê û bibe wezîrê dewletê yê Qerebaxê. Gotinên ku wî pêwendîya xwe bi Krêmlê re diparêzin hebûn, lê aştîparêzên rûsî yên li Qerebaxa Çîya di dawîyê de hişt ku azêrî Vardanyan û rêberên din yên herêmê binçav bikin.
Hevalên ku li Rojava meqamên bilind digirin: serokê berê yê hevaltîya Unilever Paul Polman û hevakarê hevaltîya dermansazîya Moderna Nûbar Afêyan di nav wan kesan de ne ku ji bo azadkirina Vardanyan û ermenîyên din bi awayekî çalak kompanyayê didin meşandin. Ofîsa wî her wiha ragihand ku Vardanyan ji bo xelata Nobêlê ya aştîyê hatiye berbijêrkirin, her çend şansê wî yê wergirtina xelata jêhatî ji ber paşeroja wî ya gumanbar nêzîkî sifirê ye.
Cesûê rûsî? : lê belê li gorî agahîyên çapemenîya Adirbêcanê, Adirbaycan bi vê namzetîyê hêrs bûye. Û li vir kompanîya PR dest pê kir, ku di çarçoveya wê de hin endamên parlamêntoya avropî piştgirîya xwe ji bo daxwaznameya ku ji komîteya xelata Nobêlê tê xwestin ku Vardanyan wek ajanê Rûsîyayê nas bike û namzedîya wî wekî xelatgirê potansîyel ji holê rake, nîşan dan.
Û çi: ji ber vê yekê, li gorî daxuyanîya çapamenîyê ya ku ji hêla pargîdaniya PR ve li ser navê navenda analîz û stratêjîyên Ukraînayê kar dike, parlamêntarên parlamêntoya avropî Vîola fon Kramon-Taûbadêl û Karên Mêlkîo piştgirîya xwe ji bo bangên ji bo dûrxistina Vardanyan anîn ziman, namzetîya ji wê xelata bi prestîj. Lê tenê pirsgirêkek heye, wan sîyasetmedaran ji POLITICO re gotine ku wan tiştekî wiha nekir, amaje bi wê yekê kirin ku gotinên wan bi qestî ji çarçoweyê hatine derxistin û wek piştevanîkirina têzên Adirbêcanê hatine raberkirin.
Daxuyaniyek tûj: “Ez beşdarî wê bûyerê bûm li ser bingeha ku ew li ser dêzînformasyona Rûsyayê bû”,- parlamêntarê alman yê fon Kramon-Taûbadêlîye. “Şerm e ku ev bûyer ji bo dezînformasmyona Adirbêcanê tê bikaranîn. Min piştgirî neda tu daxuyanîyeke hevbeş û eger peywendîya wê bi balyozxaneya Adirbêcanê re hebûya, ez beşdarî wê nedibûm”,-parlamêntarê Danîyayê Mêlkîo jî ji POLITICO re got ku wî ne daxuyanîyek îmze kirîye û ne jî mebest jê kirîye.
Berdevkê klûba çapemenîyê ya Bryûsêlê red kir ku klûb di pêbawerîya bûyereke weha lobîyê de hebe. Karbidestê klûbê ku bersiv da lêpirsîna têlêfonê ya POLITICO got: “Her kes dikare klûba me mîna her otêleke li Bryûsêlê veqetîne, û salê bi sedan bûyerên me hene”. “Lê em ne organîzatorên van çalakîyan in, em tenê mazûvanîya wan dikin”.
Û navenda analîz û stratêjîyên Ûkraynayê çi ye? Belê, ev qet ne hêsan e. Dixuye ku rêxistin ne xwedîyê malpereke bi îngilîzî yan jî ûkraynî ye, rûpela wê ya Facebookê tenê 88 ecibandin hene, û çar tenê ji pênc girêdanên li ser Google gotarên alîgirê Adirbêcanê ne ku ji hêla damezrînerê navendê, Îgor Çalênko ve hatine nivîsandin.
Welatek xemgîn: Adirbêcan jixwe ji ber parastina sotemenîyên fosîl û tora wê ya bandora xwe li Rojavayê di bin rexneyan de ye, lê eşkere nerastkirina helwêstên parlamênterên parlamênta Avropayê dê bibe sedema şikestineke nû di navbera wî welatî û parlamêntoya avropî de.







