H’emû nûçeSereke

Rastgirên tund di tûra yekem ya hilbijartinên parlamêntoya Fransîyayê de bi ser ketin

BBC ragihand ku partîya rastgira tund ya Marî Lê Pên ya bi navê “Yekîtîya neteweyî” di tûra yekem ya hilbijartinên parlamêntoya Fransîyayê de bi ser ket.

Partîya “Yekîtiya neteweyî” 33,1 selef deng stendin, bloka çepê – 28 selef, û kampa Makron – 20.76 selef. Serokê 28 salî yê partîya serketî Cordan Bardêla gotîye: “Armanca min ew e ku bibim serokwezîrê hemû fransîyan, eger Fransîya dengên xwe bidin me”.

Rastgirên tund berê di tûra yekem ya hilbijartinên parlamêntoya Fransîyayê de bi ser neketibûn.

Tûra duyemîn ya hilbijartinên awarte yên parlamêntoya Fransîyayê wê 7 ê tîrmehê  bê lidarxistin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button