Tûra duyemîn ya hilbijartinên serokkomarîya Îranê bi beşdarîya rêformxwaz Pêzêşkyan û Celîlî yê kevneperest hat lidarxistin

Piştî çend demjimêran ji bidawîhatina hilbijartinên awarte yên serokkomarîyê li welatê Îrana cînar, encamên wê hatin eşkerekirin. Mahsûd Pêzêşkîyan bi tirkîaxêv serkêş e 8 300 000 deng kom kir û ji hevrikên xwe yên sereke Seyîd Celîlî û Mihemed Bagêr Xalîbaf derbaz bû. Seyîd Celîlî, danûstandinkarê berê yê pirsên navokî û nûnerê Xamênêyî di encûmena bilind de, 7 mîlyon 180 hezar deng bidest xist. Nêzîkî 2 mîlyon 670 hezar kesan dengên xwe dane berbijarê din Mihemed Bager Xalîbaf.
Navenda giştî ya hilbijartinan ya Îranê di nîvê duyemîn yê rojê de ragîhand ku yek ji namzetan 50 selef dengên dengdêran bi dest nexistine. Mesûd Pêzêşkyan û Seyîd Celîlî derbazî tûra duyemîn dibin.
Di hilbijartinên serokkomarîya Îranê de, tu berbijarekî zêdetir 50 selef dengan negirt. Wek ku tê pêşbînîkirin, tûra duyem ya hilbijartinên serokkomarîyê dê bên kirin. Îranzan Gohar Îskandaryanê li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsîbû ku dê hilbijartinên Îranê hîn zêdetir germ bibin.
“Welatîyên alîgirên baskê rêformê yên ku beşdarî gera yekem nebûn, dê beşdarî gera duyem bibin û hejmareke zêde ya hilbijartinan mîsoger bikin. Welatîyên tirk û kurdaxêv wê li derdora Pêzêşkyan seferber bibin. Li alîyê din dengê Xalîbaf û Pûrmûhamed li dora Celîl bibin yek”.
Pisporê Îranî rê nade ku şoreşa îslamî ya ku piştgirîyê dide Mihemed Bagêr Xalîbaf jî piştgirîyeke cidî bide Seyîd Celîlî. Celîlî yek ji kesên pêbawer yê rêberê ruhanî ye. Pispora Îranî nivîsîye, em li bendê bin û temaşe bikin.
Tûra duyemîn ya hilbijartinên awarte yên serokkomarîya Îranê wê 5 ê tîrmehê bê lidarxistin. Rêformîst, tirkîaxêv Mesûd Pêzêşkyan û kevneperest Seyîd Celîlî wê beşdarî tûra duyemîn ya hilbijartinê bibin.
Li gorî îranzan, namzetê zanistên dîrokî Sargîs Mkrtçyan, serkeftina Pêzêşkyan ji ber daxuyanîyên popûlîst yên têkildarî pirsgirêkên hindikahîyên neteweyî bû. Piştgirîya sereke û piştgirîya namzedê tirkîaxêv ji piranîya herêmên azêrî yên Îranê ye. Azerîyên Îranê duyemîn koma etnîkî ya herî mezin li Îranê ne, ku 16-18 selefê nifûsa welêt pêk tê. Kombûna wan bi giranî li herêmên bakûr-rojavayê Îranê û herwiha li Têhranê û bajarên din yên mezin e. Pispor di wê bawerîyê de ye ku namzedê bi tirkîaxêv karibû piştgirîya koma xwe ya etnîkî bikar bîne da ku beşdarîyeke zêde ya dengdanê mîsoger bike.
“Yanî li vir bi awayekî eşkere nêzîkatîyeke pantûrkîst heye ku bi awayekî xwezayî cîhê fikirînê dide me”.
Pisporê îranî di wê bawerîyê de ye ku armanca hêzên pantûrkîst ew e ku Îranê ji hundir de biteqîne, lê di heman demê de di wê bawerîyê de ye ku pantûrkîzm tu koka gelêrî li wî welatî nîne. Bi bîr xist ku Pêzêşkyan di demên borî de hin daxuyanîyên alîgirê Adirbêcanê û dijî Ermenîstanê yên ku Pêzêşkyan dabûn bibîranîn, îranzan usa nafikire ku eger bê hilbijartin sîyaseta Îranê ya li himber Ermenîstanê dê biguhere.
Sîyaset nayê guhertin, ji ber ku sîyaseta der ya Îranê bi rastî ji alîyê rêberê ruhanî ve tê dîyarkirin. Û rêberê ruhanî bi zelalî nêrîna xwe ya derbarê Ermenîstanê û herêmê de eşkere kir. Pir eşkere ye û ji vê yekê dûrketin tune.
Pispor amaje bi wê yekê nake ku eger Pêzêşkyan wek serokkomarê welat bê hilbijartin, hewl bide di hinek mijaran de astengî û alozîyên sûnî çêbike, lê di mijarên stratêjî de vê nêzîkatîyê muhtemel dibîne.
Ji ber ku Îran bi awayekî eşkere berjewendîya xwe ya netewî li herêmê heye û ev hemû sîyaset bi rêya rêberê ruhanî têne destnîşankirin û berîya niha jî gelek caran hatîye dîyarkirin û ragîhandin”.
Pispor herwiha amaje bi wê yekê jî dikin ku, peywendîyên Îranê-Tirkîyayê û Îranê-Rûsîyayê ne tenê cînartî ne, belkî hevrikîyê jî dikin û berjewendîyên Têhranê li navçeyê herdem li gel berjewend yên Enqerê û Moskvayê bi taybetî li Başûrê Kafkasîyayê hevdu nagirin. Di derdorên pispor de bawerîyek bê dudilî heye ku serokkomarê Îranê kî be, nêzîkatîya wî welatî li herêmê û bi taybetî sînorên Îranê û Ermenîstanê nayê guhertin, ji ber ku ev mijar ji bo Îranê jî gîrîngîyeke jîyanî ye.







