H’emû nûçeSereke

Wezîrê Ûkraînayêyî karên der bona beşdarbûna li civîna aşîtîyêye li Swîsrê, razalixî elam kirîye

Wezîrê Ûkraînayêyî karên der Dmîtro Kûlêba wextê hevdîtina tevî wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan  bona beşdarbûna li civîna aşîtîyêye li Swîsrê, razalixî elam kirîye.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Ûkraînayêyî karên der mîkrobloga xweye X ê da nivîsîye û daye dîyarkirinê wekî wextê hevdîtina tevî wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, halê ewlehkarîya li Avropayê û Kafkasîya Başûr hatine gotûbêjkirinê.

“Min bona beşdarbûna li civîna aşîtîyêye li Swîsrê razalixî elamî hevkarê xwe kir”,-Kûlêba nivîsîye.

Ewî usa jî serda zêde kirîye,wekî wextê hevdîtinê. guhdarî usa jî hatîye danînê li ser rêyên kûrkirina pêwandîyên dualî û hevkarîya navneteweyî, bi taybetî bi hesabhildana endamtîya Ûkraînayêye pêşerojê, ya nava Yekîtîya Avropayêda.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button