H’emû nûçeSereke

Mecala morkirina qayîlnivîsarên aşîtîyêye di navbera Yêrêvanê û Bekûyêda heye: sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî

Niha mecal heye ku qayîlnivîsarên aşîtîyêye di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda dest bînin.Derheqa wê yekêda wextê axaftina xweye li înstîtûta Brûkîngsê, sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Êntonî Blînkên gotîye.

“Ew yek wê dawîya dew û doza bi deha sala bîne, wê li herêmê pêwandîyên êkonomîkî, zêdebûna êkonomîkayê, mecalên îzbatbûna pêwandîyên di navbera welatên rojhilatê û rojavayê, başûr û bakûr sazke. Adirbêcan gerekê nava wê yekêda rola qirarkir bilîze”,- Blînkên gotîye.

“Me bi aktîvî gav avîtine ku bi rîya dîplomatî Adirbêcanê û Ermenîstanê nêzîkî qayîlnivîsarên aşîtîyê bikin”,- Blînkên daye dîyarkirinê.

“Bi fikira min, ew yek niha gelekî nêzîke. Derheqa wê yekêda min hevtêkê pêşda Elîyêvra gotîye. Bi fikira min, ew yek tiştê bûyînêye û gorî berjewandîyên cimetên Adirbêcanê û Ermenîstanê û usa jî yên temamîya herêmêye”,-sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button