H’emû nûçeSereke

Pûtîn li ser dagirkirina gav bi gav axa Ûkraînayê hesab dike: ISW amêrîkî

Têorîya serketinê ya Vladîmîr Pûtîn, ku Rûsîya dikare gav bi gav li Ûkraînayê bêdawî pêşve biçe, dibe ku Pûtîn teşwîq bike ku şer dirêj bike, ISW texmîn dike.

Fermandarîya leşkerî ya rûsî niha opêrasîyonên êrîşkar yên demdirêj bi serkeftinên taktîkî yên qonax ve ji êrîşên mezin tercîh dike, vekolerên înstîtûta amêrîkî ji bo lêkolîna şer (ISW) di kurteya xwe ya rojane ya 30 ê hezîranê de, nivîsîye.

Li gorî pisporan, Vladîmîr Pûtîn texmîn dike ku şer çiqas dirêj bidome, ew ê şansê wî mezintir be ku bigihîje armancên xwe yên di dagirkirina axa Ûkraînayê de. Têorîya Pûtîn ya serketinê ew e ku ji bo demeke nedîyar pêşkeftineke hêdî- hêdî pêk bîne. Pisporên ISW ​​bawer dikin ku şerê şikestinê bi îhtîmaleke mezin dê Pûtîn bike ku êrişî deverên nû bike, ji ber ku ew pê bawer e ku artêşa Ûkraînayê nekare êrîşa wî rawestîne yan jî dijberên bi bandor pêk bîne.

Divê rojava lezê bide hêzên çekdar yên Ûkraînayê ji bo pêkanîna êrîşeke dijber, analîstên înstîtûta lêkolîna şer tekez dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button