H’emû nûçeSereke

Adirbêcan bi Rûsyayê re li hev kir ku herêm ji Rojava re nehêle: ji ber ku li Ûkraynayê şere Elîyêv peymana bi Pûtîn re têk naçe: Borîs Navasardyan

Cîgirê wezîrê Amêrîkayêyî karên der  Cêyms OBrayan li Adirbêcanê ye û berîya niha bi Elîyêv û Bayramov re hevdîtin kiribû. Mijara sereke ya di rojeva wî de îmzekirina peymana aştîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de ye. Wezîrê karên  der Êntonî Blînkên jî rojên borî bi Elîyêv re axivî û bal kişand ser wê yekê ku divê demildest bi Ermenîstanê re peyman bê îmzekirin.

Cîgirê wezîrê Amêrîkayêyî karên der Cêyms OBrayan li meclîsa nûneran ragîhand: “Bi serok Elîyêv re em pir eşkere dibêjin ku dema aştîyê ye”. Heger Adirbêcan razî nebe ku peymana aştîyê îmze bike, ev plana ku Cêyms OBrayan dîyar kir, dê têk biçe. Aştî ne tenê pirsgirêka Adirêcanê ye, pirsgirêka herêmê û Asyaya Navîn e jî.

Van welatan niha di ser axa Çînistanê yan jî Rûsyayê re hinarde dikin, lê wek rêyeke altêrnatîv hinardekirin di ser axa Adirbêcanê re tê kirin. Rêyek di ser Gurcistanê re diçe behra Reş, lê rêyek din ya berfirehtir dikare di Adirbeycanê, Ermenîstanê û Tirkîyayê re derbaz bibe. Ji ber vê yekê pêwîstîya me bi peymaneke aştîyê di navbera Adirbêcanê û Ermenîstanê de heye, da ku dawî li vê nakokîya hovane ya ku ji salên 1990 î û vir ve didome.

Dem dema îmzekirina peymana aştîyê û rakirina encamên şer e”,- OBrayan gotîye. Şirovekarê sîyasî Borîs Navasardyan di axaftina xwe ya bi Factor TV re îdîa dike ku Adirbêcan ne mêldar e ku bi Ermenîstanê re peymaneke ku dê destên wê girêbide ji bo zextê li Ermenîstanê bike û tawîzan bigire îmze bike.

 “Adirbêcan dixwaze ku Ermenîstanê di nav tirsê de bimîne, bila bifikirin ku şer her kêlîyê mimkûn e. Adirbêcanê bi Rûsîyayê re peymanek heye ku herêm ji Rojava re nehêle û ji ber ku di enîya Ûkraynayê de nezelalîyek heye, Elîyêv peymaneke bi vî rengî ya bi Moskvayê re binpê nake.

Adirbêcan ji bo serdestîya li herêmê hewl dide, nehêle Rojava bikeve hundir, ev jî ji bo Moskvayê tê qebûlkirin. Ji bo pêşî li hatina Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Yekîtîya  Avropayê bê herêmê dê Rûsîya alîkarîya wî bike. Sûcdarkirina Adirbêcanê ya li dijî Fransîyayê ku çekan dide Ermenîstanê, lîstikek e, ji ber ku ew li Bekûyê dizanin ku  Ermenîstan nikare bibe xwedî îddîaya axa xwe, axaftina li ser revanşîzmê bêwate ye û şêwaza van sûcdarkirinan zextek li ser  Rojavayê. Ermenîstan wê di warê pratîkî de bi hevkarîya nêzîktir bi Rojava re bibe xwedî ewlehîyê. Derfet heye ku bibe hevparê sereke yê Rojavayê. Her wiha Ermenîstan wê hevkarîya xwe ya bi Rojava re jî kûrtir bike eger asta têkilîyên bi Fêdêrasyona Rûsyayê re daxîne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button