Grîgor Mînasyan li ser îmkana berfirehkirina hevkarîyê bi seroka dadgeha cezayê ya navneteweyî re axivî

Wezîrê edaletê Grîgor Mînasyan li Padişatîya Holandîyayê rastî seroka dadgeha cezayê ya navneteweyî, Tomako Akanê hatîye.
Wezîreta tenduristîyê ji News.am re ragihand ku Grîgor Mînasyan bi bîr xist ku Ermenîstanê 3 ê cotmeha sala 2023 a qanûna Romayê ya dadgeha cezayê ya navneteweyî ku 1 ê sibata sala 2024 a de ket merîyetê pejirand. Bi erêkirina şertê, Ermenîstanê soza xwe ya ji bo têkoşîna bêcezakirina sûcên herî giran yên ku aştî û ewlekarîya cîhanê tehdîd dike, dubare kir.
Grîgor Mînasyan pabendbûna Ermenîstanê ji bo mîsogerkirina berdewamîya nêzîkbûna çarçoveya qanûnî ya neteweyî ji bo cî bi cîkirina qanûna Romayê dupat kir, di heman demê de amadehîya xwe ji bo pêşxistina şîyanên dezgehên cî bi cîkirina qanûnê yên têkildar di çarçoveya pêkanîna bi bandor ya qanûnan de nîşan da, pêvajoya piştî pejirandina statûya Romayê.
Grîgor Mînasyan di dawîya axaftina xwe de spasîyên xwe raberî dadgeha cezayê ya navneteweyî kir ku derfeta qewînkirina hevkarîyê daye.







