Lîstikvanê fûtbolê yê tirk gola ku hatye avêtin bi jêsta “Gurên gewir” pîroz kirîye: li ser torên civakî ew daxwaza betalkirina wî dikin

Mêrîh Dêmîral, parêzvanê navendî yê tîma neteweyî ya fûtbolê ya Tirkîyayê, dema gola ku di pêşbirka fînala 1/8 a çêmpîyonîya Avropayê da li hemberî Aûstûryayê avêtibû pîroz kir, jêsta rêxistina “Gurên gewir” ya netewperest nîşan da. Li gorî rapora “Armênprêss”ê, sazî û bikarhênerên cûre-cûre li ser torên civakî daxwaza mûayene û betalkirina lîstikvanê fûtbolê dikin.
Hevakara rêxistina “Dostên Kurdistanê ya Amêrîkî” Dîlîman Abdûlkader li ser rûpela xwe ya Xê nivîsîye: “Ji ber nîşana faşîst û nîjadperest ya ku dema gola xwe pîroz dikir, lîstikvanê tîma neteweyî ya Tirkîyayê Mêrîh Dêmîral divê heta dawîya Euro-2024 ê bê sekinandin.
“Golavêj Mêrîh Dêmîral li stadyonê silaveke faşîst li “Gurên gewir” da. Ew tirkan wek “nîjadeke serdest” dihesibîne ku divê hemû “nîjadên bindest” (kurd, cihû, xirîstîyan, ermenî, êzdî) tune bike. Ev dikare bi silavkirina almanan ya ji Hîtlêr re bê berhev kirin, ji ber ku “Gurên gewir” jî Adolf Hîtlêr wek yek ji modêlên îdêolojîya nîjadperestî û tunekirinê dibînin. Divê ev hemî bibe sedema qedexekirina Dêmîral ji beşdarbûna Euro-2024″,- rojnamevanê alman di mîkrobloga xwe ya X de nivîsîye.
Nivîskar û rojnamevanê swêdî Rasmûs Kanbêk jî di wê bawerîyê de ye ku divê UEFA ji ber vê tevgera tund ya nîjadperestî cezayê dîsîplînê li fêdêrasîyona fûtbolê ya Tirkîyayê bigire.







