Wezîra Almanîyayêye karên hundir lîstikvanê fûtbolê yê tirk bi wê yekê sûcdar kir ku çêmpîyonata Avropayê ji bo nîjadperestîyê bi kar tîne

Wezîra Almanîyayêye karên hundr Nênsî Fayzêr bertek nîşanî jêsta rêxistina neteweperest “Gurên gewir” ya ku Mêrîh Dêmîral parêzvana navendî ya tîma neteweyî ya fûtbolê ya Tirkîyayê nîşan da, da.
“Cîhê sembolên tundrewên rastgirên tirk li stadyonên me nîne. Bikaranîna çêmpîyonîya fûtbolê ya Avropayê ji bo nijadperestîyê bi temamî nayê qebûlkirin.
Em li bendê ne ku UEFA vê mijarê lêkolîn bike û îhtîmala cezayan kontrol bike “,- Fayzêrê li ser mîkrobloga xwe ya X ê nivîsîye.
Mêrîh Dêmîral, parêzvanê navendî yê tîma neteweyî ya fûtbolê ya Tirkîyayê, dema gola ku di pêşbirka fînala 1/8 a çêmpîyonîya Avropayê da li hemberî Aûstryayê avêtibû pîroz kir, jêsta rêxistina “Gurên gewir” ya ûltraneteweperest nîşan da. Rêxistin û bikarhênerên cuda li ser torên civakî daxwaza lêpirsîn û betalkirina lîstikvanê fûtbolê kirin.
UEFA ê der barê jêsta rêxistina ûltraneteweperest “Gurên gewir” ya Mêrîh Dêmîral parêzvana navendî ya tîma neteweyî ya fûtbolê ya Tirkîyayê da lêpirsîn da destpêkirin. UEFA ê destnîşan kir ku ji bo lêkolînkirina dosyaya Dêmîral mûfetîş wezîfedar kirîye, lê dîyar nekir ku dibe ku lêpirsîn kengî biqede.







