Arşîvên tirkan de delîlên nayên înkarkirin yên qetlîyamên ermeniyan hene: eşkerekirina ku ronahîyeke nû dide ser rastîyên qirkirina Ermenîyan

Zanyarê alman, tirkzan Hîlmar Kayzêr û jênosîdolog, arşîvvan Mîhran Mînasyan, ku bi hev re hem belgeyên arşîvên tirkî, yên osmanî û yên ermenî û hem jî destnivîsên orîjînal yên li ser qirkirina Ermenîyan lêkolîn kirin, xwe amade dikin ku di 110 salîya salvegera komkujîya Ermenîyan de bi 2 pirtûkan çap bikin.Li gorî nivîskaran, pirtûk dê xwedî mantîqeke hevdu temam bikin û weşandina wan dê xeta parastina dawî ya înkarkirina rastîya qirkirina Ermenîyan ji alîyê Tirkîyayê ve têk bibe, ji ber ku ew ne tenê li ser çavkanîyên ermenî, lê li ser arşîvên tirk jî hatine avakirin, ku nasname û nakokîbûna wan bi lêkolînên ku hatine kirin, têne îîbat kirin.
Di axaftina bi “Armenpress”ê re, nivîskarên pirtûka ku wê bê çapkirin, dîyar kirin ku çavkanîyên tirkî û ermenî yên lêkolînkirî çi ne û çi tiştên nû li ser wan hene, kuştina bi mîlyonan ermenîya ji alîyê desthilatdarên osmanî ve di destpêka sedsala 20 a de.
Seroka mûzêyî-înstîtûta qirkirina Ermenîyan Êdîta Gzoyanê bal kişand ser girîngîya xebatên hevpar yên her du zanyaran û destnîşan kir ku Hîlmar Kayzêr xwe gihandîye û dikare di arşîvên Tirkîyayê de bixebite û ev yek gelekî girîng e.
Êdîta Gzoyanê her wiha got, lêkolînên kûrtir dikarin bi hêzên yekgirtî re bên kirin û ev yek dikare ji bo qadê bibe bingeh û hem jî ji bo înstîtûtê cîh û pêgeha xwe di civaka zanistî ya navneteweyî de xurt bike.
“Birêz Mînasyan demeke dirêj di warê arşîvan de pisporekî pir baş e. Ew bi piranî zanayê arşîvên Rojhilata Navîn e û agahîyên xwe yên çavkanîyê bi lêkolînerên me re jî parve dike”.
Di destpêka axaftinê de tirkzan û arşîvnasê alman Hîlmar Kayzêr anî ziman ku wî bi van belgeyan û bi giştî li ser mijara qirkirina Ermenîyan li Tirkîyayê ku di encama wê de gelek axaftin û dersên xwe pêşkêş kirine, ji tirkan tehdîd û gazinên xwe standin. Wî her wiha got ku wî di çarçoveya vê mijarê de hevpeyvînek bi rojnamevanekî tirk re kirîye, ku ji alîyê dezgehên qanûnî yên Tirkîyayê ve jî hatîye tepeserkirin, lê wî rojnamevanî ew hevpeyvîn belav kirîye û bûye sedema nîgeranîya mezin ya neteweperestên tirk.
Doktor Kayzêr, bal kişand ser mijara kîjan belgeyên arşîv û destnivîsên tirk yên têkildarî qirkirina Ermenîyan e û destnîşan kir ku lêkolîna belgeyên di destê wî de bi awayekî zelal nîşan dide ku belgeyên tirk û ermenî yên li ser vê mijarê li hev dikin. Ew bi xwe bi lêkolîna arşîvên tirkan, û Mîhran Mînasyan jî bi arşîvên ermenî re mijûl dibe.
“Ez ji alîyê Tirkîyayê, birêz Mînasyan ji alîyê Ermenistanê ve tên. Me dît ku belgeyên tirkî û ermenî li hev dikin. Nakokî tune. Berê jî Tirkîyayê her tim îdîa dikir ku belgeyên Tirkîyayê dîrokeke cuda vedibêjin. Ew heman dîrokê bi hûrglîyên cuda vedibêjin.Heger malzemeya Mîhran serpêhatîya mexdûr be, ya min nêzîkatîya sûcdar temsîl dike. Ji ber vê yekê heke hûn van her du pêrspêktîvan bi hev re bigirin, hûn tevahî wêneyê digirin. Ji ber vê yekê nîvê wêneyê min heye, nîvê wî yê din heye. Em li vir bi hev re dixebitin ku wêneyê tevahî çêbikin”,-Kayzêr destnîşan kir.
Li gorî vê dawîyê, ev belge belgeyên fermî yên wezîrê karên hundir yê împeratoriya osmanî Talêat Paşa ne, ku organîzatorê sereke yê sirgûnkirin û kuştina ermenîyan bû û ev belge niha di arşîvên dewletê yên Tirkîyayê de ne.
“Hemû belgeyên ku em distînin hatine katalogkirin, erêkirin û jimareyek rêferansa arşîvê hene. Di derbarê rastîya vê matêryalê de nîqaş tune. Bi berawirdkirina belgeyan û xebata bi van arşîvan re ji alîyê pispor ve, em dikarin nîşan bidin ku îro jî gelek malzemeyên girîng ji me re vekirî ne, wek dosyayên milkên ermenîyan.
Di salên 1983-1984 a de dewleta tirk “Pirtûka înkarê” ya Talêat Paşa çap kir, ku tê de dosyayên qeydên Osmanîyan kopî kirin. Piştî 40 salan, em hîna di katalogê de tune ne. Destûra me ya têketinê nîne, nadin me, lewma tiştekî vedişêrin. Lê paşê, bi îronîkî, ew çend rûpelan dubare dikin. Heger hûn têketinê bi belgeyên di arşîvan de bidin ber hev, hûn di têketinê de belgeyên ku di arşîvan de ne dibînin. Ev belge li ku ne? Ji ber vê yekê nakokî hene. Ev tê wê wateyê ku karê me ne tenê ew e ku em li ser belgeyên ku di destê me de ne bixebitin, di heman demê de em hewl didin ku bibînin ka çi kêm e”,- Hîlmar Kayzêr elam kir.
Li gorî çavdêrîya zanyar, byûroya sereke ya îdamkirina ermenîyan, daîreya ewlekarîya giştî bû, ku ofîsa sereke ya wezîrê navxwe yê Tirkîyayê bû.
“Hinek dîroknasê ermenî yê bêkêmasî vê dawîyê êrişî hukumeta Ermenmstanê kir, dema ku yek ji nûnerên hukumeta Ermenîstanê (berhevkar: Andranîk Koçaryan, endamê partîya “Peymana sîvîl” ya miclîsa neteweyî ya Ermenîstanê) pêşniyar kir ku ew hewl bidin ku her qurbanî nas bikin. Dîroknas got ku ew ne gengaz e. Ev xelet e, kê weha got, qet arşîvan nexwend, katalogê jî nizane. Û eşkere ye ku qet bi edebîyata jênosîdê re mijûl nebûye. Û rastî jî wiha ye. dema ermenî koçber bûn, ji gund derxistin, li meydanê sekinîn, pişt re dest bi qeydkirinê kirin. Bi qasî du rojan dewam kir. Her malbateke ermenî û endamên wê hatin qeydkirin û tirkan ji hemû kesên sirgûnkirî re sê lîsteyên wek hev çêkirin. Yek nusxeyek lîsteyê di qeyda rûniştinê de hate girtin. Nusxeya duyemîn ji byûroya navendî ya Stembolê re hat şandin. Nusxeya sêyemîn jî ji bo dersînorkirinê dane cendirmeyan. Û eger kesek bimira, navê wî ji wan lîsteyan derxistin”,- Kayzêr daye kifşê.
Herî dawî jî ragihand ku niha tenê du lîsteyên weha hene, yek li patrîkxaneya Qudsê ye û ya din jî hevalên wî yên tirk dane wî. Wî amaje bi wê yekê kir ku ew lîste hene, lê berdest nînin.
“Ez nikarim bêjim hemû lîste hene yan na, lê yên ku bi fermî hatine dersînorkirin her tim di wan lîsteyan de hatine tomarkirin.
Hîlmar Kayzêr destnîşan kir ku di encama lêkolînê de derketîye holê ku li Stembolê di wezîreta karên navxweyî de nexşeyeke mezin ya împaratoriya osmanî heye ku li ser alayên biçûk hatine danîn, ku bi rêya wê lîderên tirk bi awayekî tekûz û bêkêmasî bûne, bi temamî li ser tiştên ku dihatin serê ermenîyan.
“Herm 4-6 mehan carekê hemû împaratorîyê dişopandin: çend ermenî hê li wir in, çend hatin sirgûnkirin, çend gihîştin çolê? Sê salan ev yek kirin, ji ber vê yekê baş dizanibûn ku her carê çend ermenî dimirin. Ya girîng ev e ku ev ne tenê matêryaleke îstatîstîkî ye. Ev daneyên opêrasyonê ye. Ev dane ji bo biryargirtinê têne berhev kirin “,-ewî gotîye.
Zanyarê alman bi bîr xist ku 20 sal berê Yûsûf Halaçoglû (di hilbijartinên sala 2011 ê de wek parlamêntarê meclîsa neteweyî ya Tirkîyayê hat hilbijartin. Di sala 2015 a da dîsa hat hilbijartin. Qirkirina Ermenîyan bi eşkereyî înkar dike) xapandine, lîsteyên wî yên ermenî yên ku hatibûn sirgûnkirin hebûn û vexwendibûn ku li ser wan bixebite.
“Me got Yûsûf bêy, pir xweş e, erê em dixwazin bikin. Piştî ku ew tenê revîya. Ji ber vê yekê, erê, wî dixwest jênosîda ermenîyan înkar bike, lê me bersîva wî da û got ku em ê li ser vê yekê bixebitin û tiştê ku we heye, doza me ya li dijî hukumeta tirkî îzbat dike. Bi vê yekê, wî piştrast kir ku ev lîste hebûn û ku qeyda wan ya ermenîyên rizgarbûyî heye. Ji ber ku dema hin ermenî bûne misilman, dîsa jî wek ermenî hatine qeydkirin”.
Herî dawî got ku di dema qirkirinê de fermandarekî leşkerî yê bi navê Halîl Rêcayî bêy li Enqereyê hebû û got ku sirgûnkirina ermenîyan ne wate ye, ji ber ku pirsgirêk dernakeve, ji bo leşkerîyê dixebitin, ji ber vê yekê Halîl Rêjayî bêy sirgûnkirin yan kuştina ermenîyan îmze kirîye.
“Piştra walî hêrs bûye û ji Talêat re têlêgraf kirîye û gotîye leşker hevkarîyê nakin. Paşê Talêat çû cem Ênvêr paşa. Di encamê de Ênvêr begê Halîl Rêca ji ber ku hevkarî nekir ji kar avêt. Û hûn dizanin wê demê tirkan li ser ermenîyan çi gotin? Wana got: “Em ermenîyan ne ji ber ku pirsgirêkan derdixin sirgûn dikin, lê ji ber ku pirsgirêkan dernaxin em ermenîyan dersînor dikin. Ev derfeteke baş e, ji ber ku ermenî li ber xwe nadin. Niha dema wê ye. Li ber xwe nadin. Em dikarin wê bikin” ,-zanyarê alman got.
Li gorî lêkolîna Hîlmar Kayzêr, ji daneyên osmanîyan tê zanîn ku li împeratoriya osmanî nêzîkî 1 750 000 ermenî dijîyan, lê ev hejmar kêm e. Di du salan de ji mîlyonek û 750 hezar kesî 1 400 000 kes hatin kuştin. Ji 80 selefe, ji ber vê yekê dizanibûn ku 80 selef ermenî kuştine.
Her wiha anî ziman ku di belgeyan de tê dîtin ku li parêzgeha Amedê kesekî pir radîkal bi navê Mehmet Rêşîd bêy hebûye. Ew wekî “qesab” dihat naskirin û berpirsîyarê nêzîkî 250 000 kuştinan bû.
“Wezîrê karên hundir yê Tirkîyayê Talêat re nivîsî û daxwaza kuştina ermenîyan kir. Ewî nivîsîye ku ew dixwaze di berdêla wê de 500 lîreyên tirkî werbigire û ew pere jê re hatîye şandin. Ji ber vê yekê me pêşnîyara Reşîd, têlêgraf û 500 lîra ji wî re şandîye”.
“Ew bi bingehîn têlêgrafên kodkirî ne. Ji bo ku mirov wateya fermana ku ji Konstantînopolîsê hatîye Amedê, divê fêm bike ka berê çi bûye. Divê hûn wan bi hev ve girêdin. Ger hûn wan çalak nekin, wusa dixuye ku tiştek diqewime. Belgeya herî bêguneh ya herî bi xwîn e. Ji ber vê yekê diyar e ku xwestine ermeniyan bikujin.
Di lêkolîna xwe de min belgeyek dît ku li gorî wê Talêat dibêje “ermenîyan bikujin û li wir bikujin”, lê zimanekî din bi kar tîne. Fermana Talêt li cem min heye ku dibêje “Wan li wir bikujin”, lêkolîna Mîhran jî heye ku hestî û bermahîyên ermenîyan li ku ne. Ji ber vê yekê ne tenê fermaneke me heye, lê cîhê cenazeyan jî heye”,- Kayzêr gotîye.
Li gor vê dawîyê, ev hemû belgeyên arşîvî tenê xeta dawî ya berevanîyê ya hukumeta tirkî hilweşînin, ku bi wê derewan ji gelê xwe re dibêjin ku fermana kuştinê tuneye.
Hîlmar Kayzêr li ser pirsa ku dê bi belgeyên arşîv yên ewqas girîng re çi bê kirin, da zanîn ku hem arşîvên tirkî yên ku ji alîyê wî ve tên lêkolînkirin û hem jî belgeyên ku ji alîyê Mîhran Mînasyan ve tên lêkolînkirin, wê di salvegera 110 salîya qirkirina ermenîyan de bên weşandin.
110 salîya salvegera qirkirina Ermenîyan de wê sala bê hemû tiştên ku me hene wê li vir bên çapkirin, pirtûk bi hemû delîlan û îmzeya Talêat ya di bin fermana kuştinan de tê pêşkêşkirin.
Lêkolînerê çavkanî û belgeyên arşîv yên ermenî, şêwirmendê midûrê mûzêya qirkirina Ermenîyan û şêwirmendê beşa rojhilatnasîyê ya Mêsrop Maşots, Matênadaranê, ermenîzan, jênosîdolog, arşîvvan Mîhran Mînasyan jî hûrgilîyên derbarê pirtûkê de ku dê di nav weşanê de bê weşandin, sala 2025 a û belgeyên arşîv yên ermenî di bin wê de ne raber kir.
“Di derbarê qirkirina Ermenîyan de ez dixwazim balê bikişînim ser girîngîya çavkanîyên ermenîyan. Îro hem li Ermenîstanê û hem jî li derveyî Ermenîstanê bi hezaran belgeyên li ser jênosîdê hene, çi bi awayê raste-rast, çi name, têlêgram, heta îro nehatine belavkirina zanistî, nehatine çapkirin, nehatine lêkolînkirin. 110 sal piştî jênosîdê, hem di arşîva neteweyî ya Ermenîstanê de, hem di berhevoka mûzêy-înstîtûta jênosîdê de, hem di berhevoka mûzêya wêje û şunerê ya Yêgîşê Çarêns de, hem jî di Matênadaran de, gelek malzemeyên me yên nehatine lêkolînkirin hene. Di sazîyên ermenî û bîyanî yên bîyanî de.”Ew dîroknas bûn, ew kesên ku qîmeta belgeyên dîrokî dizanîbûn, yek ji wan Aram Antonyan bû, Gêvorg Mêsrop, Arşak Alboyacyan û yên din jî, ku karibûn gelek malzemeyên bîranîn û belgeyan berhev bikin.
Li gorî Mîhran Mînasyan, yekîtîya netewî ya ermenîyan ku di sala 1918 a li Helebê hatîye damezrandin, hinek byûcê daye Aram Antonyan û yê dawî dest bi nivîsandina dîrokên hemû kesên ku bi jênosîdê re têkildar in, kirîye.
“Ew kesên ku bîranînên xwe nivîsandine û nexwestine orîjînalê bidin Aram Antonyan, anîne wê ofîsê û yê dawîn jî nusxe. Îro yek ji wan teqlîd heye, ku di pirtûkxaneya Nûbaryan ya Parîzê de tê parastin, lê ya orîjînal tune ye, dibe ku winda bibe”.
“Mafê patrîkxaneya ermenîyan ya Konstantînopolê hebû ku sêkrêtarekê bişîne dadgehê û ew sêkrêtar her roj diçû dîwanê, belge û şahidîyên ku nû hatibûn kopî kirin. Patrîkxane di wan dadgehan de wek partîya duyemîn xuya bû. Paşê karbidestên dadgehê ew bi orîjînalê re dan ber hev, mohra taybetî lê xistin û piştrast kirin ku nusxeya hatî dayîn rast e. Û bi vî awayî karibûn bi sedan, bi hezaran belgeyên wiha yên osmanî berhev bikin. Û îro hemû jî hene, her çend hindik bê lêkolîn kirin “,- Mîhran Mînasyan gotû eşkere kir ku Aram Antonyan hem malzemeyên osmanî hem jî têlgraf ji Talêt Paşa berhev kirine.
Mîhran Mînasyan di derbarê belgeyên arşîvên ermenî de jî anî ziman ku Aram Antonyan di xebatên berhevkirina wan de bîranînên Nayîm Safa bêy ku li Mêskênê ku yek ji kampên komkirinê yên sereke yên Sûrîyayê ye û malzemeyên rastîn yên ku di destê wî de hebûn, bikar anîye.
“Ji ber ku ew kes xwedî posteke gelek bilind bû, di ofîsên bicihkirina sirgûnan de berpirsekî bilind bû, nêzîkî pênc deh têlêgramên wiha ji Talêt, parêzgarê Helebê, heta parêzgarê Dêrzorê hebûn. Antonyan karîbû wan hemûyan ji Nayîm bêy bikira. Her wiha Nayîm bêy bîranînên xwe, tiştên ku di derbarê sirgûnê de dîtîye, nivîsîye û piştre hemû dane destê Aram Antonyan, ku ew wergerandine zimanê ermenî û pirtûka xwe ya navdar çap kirîye, ku yek ji çavkanîyên herî girîng e ji bo lêkolîna qirkirina Ermenîyan, bi sernavê “Sûcê mezin”. Wî hemû belgeyên di wê pirtûkê de weşandine û îro ew di tîraja zanistî de ne”.
“Sala 1928 a de pirtûkxaneya Nûbaryan li Parîzê hate damezrandin û Aram Antonyan rêvebirîya wê kir û hemû kaxezên ku berhev kirin û bi wî re belav kirin radestî pirtûkxaneya Nûbaryan kirin. Û îro di fonda bi navê Aram Antonyan de zêdetirî 60 rojname hene. Min hemû bîranîn, hemû matêryalên ku behsa bîranînên kampên komkirinê yên îro li axa Sûrîyayê hatine çêkirin, hilbijartiye”.







