H’emû nûçeSereke

Di navbera 15-24 ê tîrmehê de tetbîqata leşkerî ya hevpar fa ermenîya-amêrîkî ya “Teyrê hevalkar-2024” li Ermenîstanê tê lidarxistin

Di çarçoveya amadekarîyên ji bo beşdarbûna mîsîyonên aştîyê yên navneteweyî de, tetbîqata hevpar ya ermenîya-amêrîkî ya bi navê “Teyrê hevalkar-2024” wê di navbera 15-24 ê tîrmehê de li Ermenîstanê bê lidarxistin. Derheqa wê yekêda ji wezîreta ragîhandine.

Eskerên aşîtîyê ya hêzên çekdar yên Ermenîstanê, hêzên bejayî yên Amêrîkayê yên li Avropayê û Afrîkayê û parastina neteweyî ya Kanzasê dê beşdarî tetbîqatê bibin.

Tetbîqat opêrasîyonên aramkirinê di navbera alîyên nakok de di dema erkên parastina aştîyê de pêk tîne.

Armanca tetbîqatê ew e ku di çarçoveya opêrasîyonên aşîtîyê de asta hevxebata yekîneyên ku beşdarî mîsyonên aştîparêz yên navneteweyî dibin, pevguhertina baştirîn pratîkên rêveberî û ragîhandina taktîkî û her wiha zêdekirina amadebaşîya yekîneya Ermenistanê ye. Di çarçoveya amadekarîyên mîsîyonên aşîtîyê de, yekîneyên ku ji bo opêrasîyonên aştîyê yên navneteweyî amade dikin, bi rêkûpêk beşdarî tetbîqat û tetbîqatên leşkerî yên hevpar yên li welatên hevkar dibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button